Di saetên sibehê de li bajarê Mahabad yê rojhilatê Kurdistanê kesên nenas peykerê Mamoste Ebdulrehman Şerefkendî (Hejar Mukuryanî) ku bi salan e li meydana bajêr hatiye danîn, şewitandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di van salên dawî de li rojhilatê Kurdistanê gelek caran êrişên bi vî awayî li ser gor û peykerên navdarên kurd çêdibe. Herî dawî li Mahabadê gora hunermendê kurd Mihemedê Mamlê hatibû xirakirin.