Artêşa Îsraîlê di 23’yê îlonê de bi gotina “li dijî hezar û 600 hedefên Hîzbûllahê ye” li Lubnanê êrîşên hewayî da destpêkirin. Di encama êrîşên hewayî de hejmara kuştiyan derket 492’yan û ya birîndaran jî derket hezar û 645’an. Navenda Operasyonên Lezgîn a Tenduristiya Gel a girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku heta niha 35 jê zarok 58 jin 492 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 645 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê ji saetên serê sibê ve ji bilî bajarên başûrê Lubnanê li dijî herêmên Beka û Balbekê jî bi sedan êrîşên hewayî li dar xistin. Piştî êrîşan ji herêmên başûr ên li welat ber bi paytext Beyrûtê û herêmên bakûr koç berdewam dikin.