Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê wê konferanseke navneteweyî ku tê de li ser paşeroj û dema borî ya Kurdan nîqaş bên kirin, pêk were. wê îro meşeke mezin bê lidarxistin.
Konferans wê du rojan berdewam bike
Konferansa ku wê zêdeyî 600 mêvan lê amade bibin û Peymana Lozanê bê nîqaşkirin, wê li Salona Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) bê lidarxistin.
Di konferansa ku wê roja şemiyê pêk were û du rojan berdewam bike de, di panela yekemîn de wê Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê bên nîqaşkirin. Di panela bi moderatoriya Selma Irmak û Xelîl Xezerî de, dîroknasê têkiliyên navneteweyî Dr. Suheyla Qadirî, ji Zanîngeha Selahedîn Prof. Narmen Muhamad Amîn Alî, Hevserokê Komîteya Kordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdulilah Al Mustafa û Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak dê wek axaftvan cih bigirin.
Di roja duyemîn a konferansê de wê du rûniştin bên lidarxistin. Di panela yekemîn a bi sernavê “Rewşa jinan û têkoşîna jinê” de dê moderatoriya wê Kurdê Omer û Seher Aydar bikin. Ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglu û Berpirsa Saziyên Jinan a Silêmaniyê Nermîn Osman wek axaftvan di panelê de cih digirin.
Di rûniştina duyemîn de wê “rewşa gelên ermenî, asûrî û keldanî” bê nîqaşkirin. Di vê rûniştinê de lêkolîner nivîskar Aydın Aslan û perwerdekar Nayrî Muradian wê bibin axaftvan.
Di rûniştina dawî de wê sernavê “100 sal têkoşîna li dijî encamên Peymana Lozanê” bi moderatoriya Behre Mohamed Mehmod û Rojan Hazim were nîqaşkirin. Di panelê de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Viyanayê Prof. Dr. Naîf Bezwan, ji Zanîngeha Jagiellonian ya Polonyayê Dr. Azad Hajî Aghayî, Nivîskar Arêz Abdullah û Nivîskar Dr. Heval Ebubekîr dê bibe axaftvan.
Di beşa dawî de wê “Çareserî û Deklarasyona Konferansê” bê ragihandin û deklarasyon û nîqaşa betalkirinê bê meşandin. Deklerasyona dawî ya konferansê wê 24’ê Tîrmehê roja Duşemê saet di 10:00 de li ber avahiya Château d’Ouchy bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê ragihandin.
Bernameya meş û mitîngê
Gelê Kurdistanê ji bo meş û mîtînga ku paralelî konferansê bê lidarxistin îro saet di 11:30 de wê li Lozanê li Place de la Navîgation li hev bicivin. Çalakger wê saet di 13’an de bimeşin û piştre mîtîngekê li dar bixin.
Endamê Komîteya Lozanê Yuksel Koç, Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad, endama Polîtburoya YNK’ê Blese Cebar Ferman, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Serokê Komeleyê Îbrahîm Alizade, Nûnera TJK-E Şukran Sîncar û hunermend Necmedîn Xulamî, Şivan Perwer, Çopî Fettah, Mizgîn Tahîr, Nasir Rezazî û Hozan Comerd beşdarî çalakiyê dibin.