Hat ragihandin ku leşkerên dewleta tirk li herêma bakurê rojhilatê Licê, dest bi operasyona leşekerî kir.
Leşkerên dewleta tirk, li herêma navbera gundên Mizak û Zengesorê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê, dest bi operasyona leşekrî kir. Li gorî çavkaniyên herêmê, ji duh bi şev ve liv û tevgereke helîkopterê heye. Hat gotin ku dem bi dem ji herêmê dengê çekan tê û yekineyên leşkerî sewqî herêmê tên kirin.
Îro li Şirnex û Colemêgê jî operasyona leşkeri hatibû destpêkirin.
LICÊ