12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê Partî

Partî çi ye yan jî partî çawa çêdibe? Bêguman ev pirs gelek caran hatiye pirsîn. Bêguman bersivên guncav jî hene yan jî bersiv hatine dayîn. Lê ji bo Kurdistanê yan jî ji bo kurdayetiyê partiyeke çawa, li ku derê, di berpirsiyartiya kê de, bi kîjan çînê û bi kîjan ferasetê derdikeve pêş.

Wekî tê zanîn dîroka partiyan, di pirtûkên zankoyan an jî di arşîvên heyî de bi wateya modern bi şoreşa Fransayê destpê dike. Partiya herî kevnar a destpêkê jî wekî Partiya Muxafazakar a Brîtanî û Partiya Demokrat a Amerîkî tê zanîn. Lê di rastiya dîrokî de ev zanîn û agahî ne rast e û gelek rastiyan jî berevajî dike. Ji ber ku wateya partiyê; ji bo armanc û hedefên hevbeş, li ser nêrînên hevbeş komên mirovan li ser rêziknameyekê hatine ba heve. An jî pêkva karkirin, pêkva tekoşînkirin wekî bingeha partiyê dikare bê pênasekirin. Li ser vê pênaseyê; destpêka mirovahiyê ku wekî milyonek sal berî niha tê zanîn mirovên wê heyamê xwe bi tevger dikirin û ji tevgerbûna wan a destpêkê ra QILAN dihat gotin. Hejmarên wan di navbera 30-60 kesan de bûn. A duyem qebîle: Ew jî di navbera 200-300 kesan de bûn. A sêyem Eşîr: Hejmara wan jî ji 1000 heta ber bi deh hezaran ve diçe. Ev şêwazê xwe rêxistinkirina civakê heta rojame ya îro jî berdewam e. Mînak; modernîteya kapîtalîzmê ji şîrketên navneteweyî yên çend malbatan pêk tê. Were bîra me QILAN jî ji çend malbatan pêk dihat. Partiyên modern jî ji çend malbat an jî ji çînan pêk tên. Eşîr jî ji çend qilan û qebîleyan pêk tên. Yanî formên rêxistinkirina civakê naguhere yê guheriye jî nav, şêwaz û amûrên xebatê ye.yanî yê propagandayê ye.

Civak bi kîjan forman bi pêşve çûye

Di herikandina dîrokê de kîjan formên rêxistinî bersiv dane pirsgirêkên civakê? Civakê kîjan pejirandiye û pêşeroja xwe diyarkiriye. Tevgerên olî partiyên serdema xwe ne, pêxember jî serokên dema xwe ne yan jî rêxistinên li gorî van baweriyan derketine di heman dewmê de partiyên serdema xwe ne. Mînak; medan felsef û bîrdoziya xwe ji Zedeşt Pêxember girtin, li ser vê bîr û baweriyê yekitiya gelên Mezopotamyayê çêkirin û pergala dagirker a Asur têk birin. Derketina Mûsa ji Misirê yan jî firavunê ku xwe kirye xwedayê ser erdê bîrdoziya xwe ji Hz. Îbrahîm girt. Bîrdozîya Hz. Îsa Împeratoriya Cîhanî Roma têk bir. Her wiha tevgera Hz. Muhamed, di dema xwe de û heta îro jî çendî xwe birêxistin kiriye tê zanîn. Bêguman gelek mînakên din jî hene lê ji bo fêmkirinê ev mînak têrker in. Mînaka herî dawî ber bi dawiya sedsa PZ. 400-500 Tevgera Mazdek e. Felsefeya “jiyanek wekhev, bêmêtingerî, yeksaniya jin û mêr, yeksaniya civakê” bû bingeha tevgerên Marksîst.

Kurdistan bê tevger nema  

Kurdistan ji destpêka civakbûnê heta roja îro jî tucarê bê tevger nemaye. Heta peymana Lozanê jî civaka kurd bi navê Eşîr, Mîr, Şêx û Sêyîd xwe bi tevger kiriye. Çi tê gotin bila bê gotin (paşverû, dîncî û dogma) di encamê de bi şêwazekî hebûna xwe parstiye. Eger em îro behsa Kurdistan û kurdayetiyê hinekî jî bi xêra van kevneşopiyan behs dikin. Lê mixabin di sedsala 20’emîn de ew şêwazê rêxistinê yê kurdan têrê nekir ku Kurdistaneke azad çêbibe.

Di serdema pêş û di sedsala 20’emîn de jî tevgerên Kurdî hertim tekoşîna hevbeş pejirandine. A yekê Rêxistina Şêx Ubeydullah Nehrî ye. 1880’yan de konferansa Şêmzînan li dar dixe û armanca têkoşînê diyar dike. Armanc: Kurdistana serbixwe ye. Her wiha di konferansê de bîryara ku li cem osmaniyan li  dijî gelê ermen şer nekin û gelê heremê re bi pêkva têkoşînê bipejirînin.

Paşê li vê ferasetê Rêxistina Azadî, Şêx Ahmed Barzanî, Şêx Mahmud Berzencî û Tevgera Rojhilat Komaleyê Jiyenawe di 1944’an de di meha tebaxê de li Çiyayê Dalanpêr, li sê goşeya sê parçê Kurdistanê endamên Çar parçê welat civînekê çêdikin û biryara têkoşîna hevbeş a çar parçê Kurdistanê didin.

Wekî tê zanîn damezrandina Komara Kurdistanê (Mahabad), sepandina Partiya Komunîst ya Sovyetê, bi taybet jî sekreterê Partiya Komunîst ê Azerbeycanê Baqirov ku 1946’an de Kongreya Komala jiyanewa ya ku xwe dike partî, navê xwe dike PDK û tê damezrandin. Bernameya vê partiyê wê demê ji “têkoşîna hevbeş ya Kurdistanê” dûr dikeve û ji bo yek parçeyî têkoşîn tê pêjirandin. Yanî ev parçegerî, herêmgerayî wek feraset di wê demê de bi destê Partiya Komunîst ya Sovyetê li ser kurdan hate ferzkirin. Lê disa jî têkoşîna Pêşewa Qazî û Hevalên wî ji bo çar parçê Kurdistanê bû. Pêşewa Qazî Muhammed heta nefesa xwe ya dawî jî kurdistanîbûyîn parast û di wesiyata xwe de jî ev yek diyarkir.

Qanuna jiyanê

Lê heke qanuna dijmin hebe ya gel û dîrokê jî heye. Dîroka gelê kurd wekî rubara Diclê yek bende diherike, dibe ku der û dora avê dar be, dijmin şîlo bike, lê tucarê nikare herikandina rubar bide sekinandin.

Di encamê de di sedsala 20’emîn de êdî şêwazê rêxistinên kurdistanî ji bo têkoşîna serdemê terê nekirin. Di wê serdemê de gelek partî û rêxistinên ferasetên cuda cuda çêbûn, hin rêxistin-partî hebûn ku hatin demezrandin. 15 sal di ser re derbas bûn, lê kesekî navê wan nebîhîst; ne dagirker ne jî gelê kurd ji ber ku tu kar nekiribûn. Hewldanên kesên rewşenbîr di quncikên tarî de, di jêrzemînên xaniyan de hatin meşandin. Di wê demê de; Wekî Rûspiyê Kurd Apê Mûsa gotî: Têkoşîn di bin sifirê de bû, yanî ser qeşa girtîbû. Keda Apê Mûsa û hevalên wî heta sala 1980’î qeşa helandibû. Qeşa bûbû sifir.

Tevgera Azadiya Kurd, serpêhatiyên tevgerên kurd tev analîz kiribû û bi gotina“Êdî şêwazên têkoşîna hatiye kirin têr nake, pêwîst e rêyeke din, rêbazên din û jiyaneke din bê ceribandin” kete rê. Destpêkê, tenê gotina “Ev der welatê me ye û dagirkerî heye, ji bo wê têkoşîn pêwîst e” têkoşîn jî berdêl dixweze. Berdêl jî; tu dê her tiştê xwe ji bo navê welat bidî, weke din jiyan nîne. Her wiha feraseta ku nedihişt tevgerên kurdî serbixwe tevbigerin û bifikirin “şovenîzma çepgirên netewperest ên desthilat û birjiwaya kurd û mîlîgeriya kurd wekî xefkê hat redkirin. Redkirina van her sê mijaran ji bo Tevgera Azadiya Kurd rêyên nû vekir, statuya ku hatibû diyarkirin hilweşand, deriyê têkoşînê li civaka kurd vekir.

Partî ya di wateya qilasîk de bi taybetî jî di feraseta partiyên çepgir de ji bo endambûyîna partiyê wiha tê gotin û pênasekirin. “Her endam pêwîst e ji bo xercê partiyê yê mehane pereyekî diyarkirî bide”. Her wiha di rêziknameya wan partiyên qilasîk de tiştek wiha jî hatiye gotin: Divê her endamê partiyê rojane çend saetên xwe ji bo partiyê veqetîne û kar bike.

Di wê dema ku Kurdistan tê re derbas dibû li gorî pênaseya dagirkeran “Kurdistan goreke sergirtî” bû. Bi wateya ku hemû kirdeyên neteweyî ji hev hatine çirandin, tenê  mesele ne parçebûna rewşa jeopolîtîk bû. A reel û ya herî kanbax ruhê neteweyî parçe parçe bûbû. Ji ber vê partiya ku dixwaze li Kurdistanê bi pêş bikeve ji berî her tiştî diviyabû rewşa ku neteweya kurd a ji hevbelavbûyî û parçe parçe buyî bi bernameyeke stratejîk komî ser hev bike. Lê tenê bi bernameyê têrê nedikir. Li gorî  bernameya pratîkî kiryar jî pêwîst e. Ji ber ku di pîvanên sosyolojîyê de ya sereke, pîvanên teorîk çendî pratîze bibin ew çend rewşê diyar dike. Her wiha pêwîst bû di rastiya Kurdistanê de nêrîn, teorî, kiryar û pratîk di zikê hev de bi pêşve biçana.

Tevgera Azadiya Kurd û Kurdistanê di destpêka sala 1973’yan û şûn de dema gavên xwe avêt û heta roja îro li ser feraseta: Bifikire û bike, bike û bifikire yan jî raman kar bike ji bo xwe esas girt. Her wiha, cîhan destura jiyana heyî jî bide te venegere û lê temaşe neke, xwe mahkumî jiyana heyî neke. Hertim li jiyana heyî û tê gotin bi guman lê binêre, tişta ku armancê bi pêşve nebe, heke bihuşt be jî di deriyê wê re derbas nebe. Çawa ku li ezman du roj nabin ji bo şoreşgerî û kurdayetiyê jî du rê- du jiyan nabin. Ev ne tercîheke yan jî bijarteyeke, ev naçariya-mecburyeta qanuna şoreşa Kurdistanê ye.

Di encamê de 44 sal di ser têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê re derbas bûn. Kurdê goristanê îro ronahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Tayê porê jina kurd ala azadiyê ya jinên cîhanê ye. Civaka xwedî vîn, bawerî, azadî û demokrasî dê çawa bê pratîzekirin niha nîşanê cîhanê dike. Çanda Mezopotamyayê ku bûbû kil û pelê maseya dijminan niha ruh dide gerdunê. Zimanê ku “nedihat fêmkirin, zimanê çi ye nediyar e” bû seçewayê zimanê Aryenîk. Yanî di 44 salî de Teşiya kurd û kurdistanî li seranserî cîhanê dizvire û bûye wekî gotineke sihir; Jin Jiyan Azadî bêhna civaka azad weke tovên gulên Şilêrê diçine. Ma ji vê bedewtir ji vê serkeftitir çi heye? Ma armanca şoreşê ne nûjenî afirandine, astengiyên li pêşiya civakê rakirine. 44 salên bêeman, henase bi henase ev yek bi ser xist. Êdî ya bê kirin, agir gurkirin û xwe çêkirine di her warê jiyanê de rêxistin, rêxistin dîsa jî xwe rêxistinkirine. Rêxistin; vîna azad, mirovê azad û welatê azad e. ji bo vê jî gotinên pêşiyên me girîng in: Ramana baş, gotina baş û kiryarên baş yanî yekitiya bîrdozî, polîtîka û Çalakî. fikir, zikir û çalakî. Wekî din nîne!