26 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê gel “mafê hêviyê” dixwaze

Li gorî lêkolîna sehayî ya peryodîk a ku SAMERê li 16 bajarên Kurdistanê kiriye, rêjeya kesên ku dixwazin "mafê hêviyê" bi zagonî were naskirin, di meha Cotmehê de bilind bû û gihişt ji sedî 71,9an.

Li Kurdistanê “mafê hêviyê” di serî de parastin û daxwazên ji bo Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de tê. Di rapora Navenda Lêkolînên Sehayî SAMERê de ku di mehên çileyê, adarê, gulanê û cotmehê de li 16 bajaran bi hevdîtinên rûbirû amade kiriye, rêjeya kesên ku dixwazin “mafê hêviyê” bi zagonî were naskirin, di meha Cotmehê de wekî ji sedî 71,9 hate tesbîtkirin.

Heman raporê diyar kir ku di pêvajoyê de daxwazên sererastkirinên hiqûqî zêde bûne û avakirina baweriyê li gorî ahenga pratîka îqtîdarê diguhere.

Xebata SAMERê ya bi sernavê “Di Carçoveya Gotin û Pratîkên Serdemê de Analîza Lêkolînên Raya Giştî yên ku li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê Hatine Kirin”, bingeha xwe ji hevdîtinên rûbirû digire ku di çileyê de bi 1508, di adarê de bi 1509, di gulanê de bi 1504 û di cotmeh de bi 1543 kesan re hatine kirin.

Vekirina Meclîsê ya 1ê Cotmehê ya 2024an û diyarbûna nîqaşên pêvajoya çareseriyê yên piştî banga 22yê Cotmehê ya 2024an, wekî qeyda destpêka referansa xebatê hat girtin.

Li gorî raporê, dema ku di meha adarê de kesên ku dixwazin “mafê hêviyê” bi zagonî were naskirin ji sedî 68,9 bûn, di meha cotmehê de ev rêje bilind bû û bû ji sedî 71,9; di heman demê de di daxwazên beşdaran ên di sernavên hiqûqî de jî zêdebûn hat dîtin.

Di bersivên pirsa “Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?” de krîza aborî di rêza yekemîn de ma, lê di sernavê meseleya kurdî de guherîna serdemî hat dîtin. Bersiva “Meseleya Kurdî” ku di meha çileyê de ji sedî 27,7 bû, di gulanê de ket ji sedî 16, 4an, lê di cotmehê de dîsa bilind bû û bû ji sedî 21,2. Kesên ku dibêjin “Krîza aborî” jî di gulanê de bilind bû û bû ji sedî 68, 9 lê di çotmeh de kêm bû û bû ji sedî 59,7.

Di pirsa “Ahenga Pratîka Hikûmetê” de bersivên neyînî di meha Cotmehê de gihiştin ji sedî 47,7an. Kesên ku heman pirsê re bersiva erênî dane jî di Cotmeh de wekî ji sedî 25,6 hat dîtin. Ji beşdaran ji sedî 42,9an îfade kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji sedî 40,5an jî îfade kir ku PKK’ê ji bo birêveçûna pêvajoyê berpirsiyariya xwe bi cih aniye.