12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistana dîasporîk berpirsiyarî

Dewşirme jî weke marê bi zengîl in, yanî weke mare “kerrekor” in û xwedî jehra “kevzê” ne. Kefzê simûlasyona binê deryayê ye, dema derdikevê ser rûwê avê, her tiştî tune dike.

Dîroka fermî davik e, ji bo rewşenbîran, seqetkirina hişmendiye, seqetiya hişmendî jî felc e, felcî mirina bi saxî ye!..

Di çarçoveya dîroka fermî de û li gorî salnameya Gregoryen, di sedsala 21’mîn de, li Kurdistanê qirkirinek mezin tê kirin, ev qirkirin jî naveroka dîroka dewleta tirk e. Yanî, dewleta tirk, di qirkirina gelê Kurd de weke hêzek kozmîk, bi paşverûtiyek serdemên tarî êrîşan dike. Mirov nikare ve siyasetê bi tu zanistên hişmendî û hiquqî ve girê bide. Aliyê biyolojîk heye û ji sînorên dirindeyiya heywanî jî derbas bûye.

Dewleta tirk, di nava sed salî de, şerê qirêj, hem di aliyê mandele kirin-înkarê de, hem di aliyê entelektuelî de gihandiye asta astronomîk. Şerê enetellektuelî, bêyî ku em behsa nivîskarên nijadperest, Omer Seyfettîn, Civînên Çinaralti yên Rêxistina Rewşenbîrên tirk, yên wekî Nezîh Merîç Ahmat Kabakli, Mehmet Kaplan, Ergun Goze, Mustafa Kafali, Ekrem Hakki Ayverdî, Necmattin Hacieminglu bikin… Bi gotinek giştî, ji avakirina komarê! û vir ve enetellketuel û siyasetmedar têne girtin û kuştin. Di dema avakirina komarê! de, Mustafa Suphî û hevalên wî, piştre li surgunê mahkumkirina di radeya kuştinê de Nazim Hikmet, piştre Sabahttin Alî kuştin. Piştre di Otela Madimak de 33 nivîskar û hunermend kuştin. Di aliyê siyasî de û di serdema desthilatdariya AKP/MHP’ê de Muhsin Yazicioglu û Sinan Ateş hatin kuştin. Eger em hejmara rojnamevan û siyasetmedarên Kurd ku hatine şehîd kirina rêz bikin, pirtûkek mina ansiklopediyê wê derbikevê hole.

Ev hiquqê sîstema dewşîrmetiyê ye û têkiliya wê bi hiquqa universal re nîne! Ev hiquqa kole-çakeran e, “genetic hiquq”, ku di nava heywanan de jî tune ye. Xanedaniya Osmanî jî bi hiquqa “laxwî jiyan”, yanî tunekirina jiyanê tevdigeriye. Siltanên Osmanî, kurê xwe, birayên xwe, bavên xwe, wezîrên xwe kuştin! Ev hiquqekî cûda ye û taybet e. Miratzedeyên dewşîrmeyan jî, maskeyek ji vê kuştinê re dîtine û bi nave “abad-dewlet” meşrû dikin.

Lê hiquqa jiyanê bi tu awayî û tu rengî meşrû nabe. Miratzedeyên Îttîhat û Terakkî, ev hiquqa kuştina jiyanê, di “mafê jiyanê”de, bi taybetî ji bo Birêz Ocalan û siyasetmedarên Kurd, ji hole rakirine.

Erê, ez ne huquqzan im, ji ber ku dabaşa me alaqadar dike, bi kurtî min çend gotin rêz kirin, eger şaş bim, bila huquqnasên Kurd, rast bikin û em vedigerin ser mijara xwe.

Em dewam dikin; edebiyat, li ku dibe bila bibe, bi kîjan zimanî dibe bila bibe, sistema ku di nava civakan de têkiliyan sazkar dike ye! Gelek kes dibêjin, ji kesên ku hej ji edebiyatê dikin “despot” dernakevin. Ez tevlî vê dîtinê nabim. Kesên ku edebiyatê sivik dibînin zêde hene. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Bulent Ecevît, helbest kiriya maskeya siyaseta xwe û ji mirovaniyê dûrketiye. Helbest dinivîsîn, hem eniya çepên Tirkiyê parçe kir, hem Kibris dagir kir û hem hebûna gelên li Tirkiyê qebûl nekir, di qirkirina gelê Kurd de jî rolek xerab lîstiye. Mînaka wê jî, daxwaza wî ya pêkanîna Mîska-î Mîlî ye. Ev tev, li hemberî hunera helbestê bextreşî, xiyanet û kuştina estetîkê ye!

Hiquqa dewşirme; 3 tiştên ku dibine bingeha hebûna gelan qedexekiribûn. Yek; gotin, yanî pirtûk û dibistanên bi zimanê Kurdî. Dudu; Bazirganî û figeriya pîşesasiya amurên jiyanê, yanî bazara Kurdan. Sisê; Rêxistînî, saziyên civakî. Ev naveroka hebûna cîvakî di dîrokê de ye, Dema ku ev sê xal nebin, sosyolojiya civakê tê dîlgirtin.

Me beriya niha got ku teqandina fişeka di 15’ê Tebaxê de li dijî vê feraseta faşîzma reş, hiququ û siyaseta înkar û tunekirinê ye.

Vêca; Em ê di kategoriya dîrokî de, Kurdistana dîasporîk û rewşenbiriya dîasporîk bikin bin lêpirsînê!

Kurdistan, di serdema koçberiya hezar, belkî du hezar salên berê ya gelê Cihu de ye! Gelê Cihu ji bîlî serdema Siltan Silêman, her dem reviya ye, lê gelê Kurd di dîrokê de, ji ber êrîşên dijmînên xwe nereviya ye, şikestiye, hatiye qirkirin, lê cih û warên xwe bernedaye.

Di serdema dawî de, bi taybetî piştî darbeya eskerî ya faşîst, 12’ê Îlonê, hem koçber bû, hem di koçberiyê de “Kurdistana dîasporîk” avakir.

Kurdên ku piştî avakirina Komara (!) Tirkiyê derfetên nivîskarî, wêjeyî, nasname û xwedîderketina li nirxên cîvakî winda kirin, di encama êrîşên qirkirinê de, di “betona gorî” de hatin metfun kirin. Kesên di goran de, yanî mirî, nikarin reçeteyên nexweşiya civakî binivîsin, nikarin wejevaniyê bikin, helbestan, romanan, çîrokan binivîsin, sazî û dezgehên wêjeyî, teatro, sinemeyê pêşbixin û weşanxaneyan vekin.

Gelê Kurd, dawet, govend, folklor û wêjeya devkî, weke reng û cewherê erdnîgariya xwe kirin bingeha diyalektîka jiyan û îdeolojiya şerê hebûna xwe.

Rewşenbiriya ku di salên 1980’yî de, derket hole jî hewa serdemê, hêvî û bêhêvîtiya li nava civaka Kurd baş nirxandin. Zimanê diyalektîka serdemê zemt kirin, li Zindana Amedê canê xwe dan û bûne çavkaniya hebûnê.

Îro, eger gotin “caîz” be, hem Tewrata Kurdan çêbûye, hem îdeolojiya Kurdan, hem edebiyata Kurdan çêbûye. Ev hebûnek e û faşîzma dewşîrme kiriya nava tirseke mezin û vê tirsê jî ew dîn û har kirine.

Faşîzma dewşîrme, “kast”ek e bi rêxistin e, bi burokrasî, artêş, arîstokrasî, dagirkerî û pereyên talanê hebûna xwe domandiye. Piştî demekê, xanedaniyên Kurd jî tevlî vê rêxistiniyê bêyom bûn, “kastek”e hin girantir û dijwartir derkete holê. Mînaka wê “kast”a giran îro jî dewam dike.

Ya balkêş ew e ku, civakên cîhanê, bi taybetî piştî şoreşa karsaziyê ketin nava guhertinên universal. Lê “kast”ên dewşirme neketin nava guhertinên universal. Sedema vê jî ew e ku “kast”ên faşîzma devşîrme, ji herka çemê dîrokî û civakbûnê dûr in. Pazê col xwedî taybetmedîyek cûda û hiquqa biyolojîk, ya heywanî de ye. Balkêş e ku ji nirxên heywanî jî dûr in. Nebêjin nirxên heywanî nînin, hene. Mînak, kera ku di zivîstanî de, di cihekî de biteqine (asê), havînî jî, berê wê ji wî cihî diguhere, di kerîtiyê de israr nake. Bergîl bê esle, dema mirov li pêş dimeşê, gezan dide, dema mirov li pey dimeşe pihînan dida. Dema pirsa bav ji bergîlê tê kirin jî, nabêjê bavê min ker e, dibêjê xalê min hesp e. Lê dema ku mirov cihere “ce” bi serê bergîlê ve dike, pihînan navêje, gezan ji mirovan nade.

Lê dewşîrme, bi gotina Kurdan, nanê wan li ser kaba wan e, piştî nanê te xwarin, ava te vexwarin, te dikujin.

Mînak gelek hene û em dewam dikin:

Dewşirme ne komek homejen e, bi pêşengiya yek lehengî, yek serdarî ber bi sîstema faşîzan jî neçûye. Ji mînaka faşîzma Hîtler û Mussolînî pirr cûda ye! Me gelek caran serdema Erdogan şibandiya faşîzma Hitler û Mussolînî, lê naaa; Hîtler û Mussolînî sîstema paşayên Osmanî li gorî temtêla fikir û zanistiya Ewropa guhertine. Gotina Mussolînî, her tişt ji bo dewletê jî, li ber gotinên Erdogan yên wekî; “yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman,” lulikan nake, gelekî sivik dimîne.

Ewropa jî, vî cûreyê faşîzmê nasnake, nas bike jî baş bikartîne û ji nenasî ve tê. Ji bo vê jî, hefteya Kulturî ya Enstituya Kurd li Brukselê, ku weke her sal, îsal jî li paytexta YE pêk anî giring e. (15’ê Tebaxê-19’êTebaxê) Enstituyên Kurd yên li Ewropa xwedî derfet in û pêwist e, di radeya Dibistana Frankfurtê de kar bikin. Karên ku bikin jî, divê du alî be, yek ji aliyê wêjeyî, du ji aliyê kultur û folklora Kurdî, karsazî û karbidestiya Kurdistaniyan bi Ewropiyan bidin naskirin e. Ji bo vê yekê, Hefteya Çand û Huner ya Enstituya Kurd a Brukselê, di serdema ku ji ber govendan, ciwanên Kurd têne girtin, giring bû.

Divê Enstituyên Kurdan, derfetan biafirînin û bibin navendên nirxandinên teknolojîk yên dîrokê. Yanî lîteratura Kurdistanê esas bigirin, termînolojiya dîroka fermî ya li ser bingeha derewan hatiye avakirin pûç bikin. Vê jî di aliyê wêjeyî û akademîk de bikin. Ev ê bibe tabloya afirgeriya maddî û manewî ya gelên Kurdistanê.

Tabloyên rengîn, hem bandore li mêjiyê mirov, hem li hasten mirov dikin.

Em derbas dibin; Sîstema devşirmeyên Osmanî jî, ji sîstema lejyonerên Roma cûdatir e! Taybetmendiya sîstema dewşirmetiya Osmanî, kişûmat dûrkirina ji nirxên mirovî û civakî ye. Bi gotinek gundikî, “çermkirin-eyarkirina mirov e”. Piştre avakirina “hovekî di postikê mirov de” ye. Zarokên bende, ku ji cih û warên dagirkirî têne revandin, yanî ji nehîb-talankirinê têne komkirin, li gorî qurbanên ku ji bo xanedaniya Osmanîç şerbeta şehdatê, çûna behiştê û gihiştina 40 horiyan, bedenek bê mêjî, yan jî bi mêjiyê dewixî tê avakirin e. Ji bo mirovên eyarkirî û xesandî, riya herî baş şehîdbûn e, çûna behiştê û bi bidestxistina 40 horiyan e!

Ji ber ku mafê jiyana zarokên dewşirme li vê cîhanê nine, erka wan tenê kuştin û mirin e!

Balkêş e, lê dîse jî ez ê bêjim; Evê guhertina demografiya bedena mirov e, xitimandina cokên ava kimeyî ya mêjiyên mirov e! Cureyekî cûda yê “mankurtî” ye! Di kesayete nokerên Kurd de, em bîrdoza sosyolojê Rusî Pavlov dibînin. Kuçikên ku atolyeyên Lavrov de hatin azmune kirin û perwerde kirin, di şerê 2’mîn yê cîhanê de, li dijî eskerên Naziyan hatin bikar anîn. Dewşirme, vî karî ji Lavrov jî baştir dikin, mirovên ku kuçikan jî didirin derdixin hole û her bûyera wan jî dibe nûçe!…

Mînak; Dewlet Bahçelî, nûçegihana CNN Fulya Ozturk ku çû qadên dagirkirî yên Herêma Başûr û dîmen parvekirin, pîroz kir û got: “Ji îro û pê de, nave te Fulya Asêna Ozturk e.” Asêne navê dêlegurê ye. Dêlegur, êrîşî heywanan dikin. Lê Bahçelî, nuçegihana ku pîşeyê xwe dikir, weke delegura ku mirovan bi dûrê derxiste holka pîşeyê rojnamevaniyê. Ev hiquqa “ûlûl’emîr”e!

Bêyî ku em fantaziyan bikin: Aliyê sosyolojîk û psîkoljîk jî ew e ku; dema zarok têne revandin, weke “pençik” didine malan, piştî ziman û şertên îslamî fêr dibin, kesayeta wan tê şikandin, dibine dibistan û ocaxên dewşirmetiyê. Di dibistan û ocaxên dewşirmetiyê de pirtûk nînin, vegotinên zanistî nînin, tenê avakirinek bedenî ya ji bo xanedaniyê heye. Qurbanên dilsoz! Yanî gotin “caîz” be, dagikirin û guhertinek demografik ya bedenê heye.

Îro, xanedanî dewlet e, hiquqa ji hiquqa universal dûr, di wateya hiquqa kuştina jiyanê de heye. Lêkolîner Abdullah Karataş jî di lêkolînên xwe de dibêje, devşirme, dibin kole-çakeran re ne. Yanî hiquqa dewşrimeyan, weke me li jor got; yek kuştin e, du mirin e. Yanî orfî hiquq, yanî hiquqa “ûlul’emîr,” yanî kuştina bi fermana kesê serdest, yanî hiquqa nehiquq heye. (Min navek nedît, hêvî dikim hiquqnasên kurd navekî bibînin.)

Piştî têkbirina emperetoriya Osmanî rewşeke cûda û nû derkete hole. Erîşên dagirkerî, “futuhat” û “nehîbê”, ji hole rabûn. Peşengên dewşîrmeyan jî, yanî paşayên dewşîrme, ji bo berdewama “kast”ên faşîzan ketin nava cehdê. Di vê serdemê de hemû burokrat û xanedanên Kurdistanî, çûne welat-bajarên xwe. Piştî Kongreya Erziromê, hin ji tirsa, hin ji ber xapandin, hin jî, ji bo berjewendiyên xwe tevlî rêxistinî û tevgera paşayên devşirme bûn.

(Malbatên dewşirmeyan nînin, çêbûn û hebûna, alnatên weke xandanî di nava sîstema dewşirmetiyê de, li dijî diyalektîka dîrok û jiyanê ye.)

Faşîzma Dewşirme, dostê kesî nîne, mînaka vê jî nêzîkbûna li hemberî gelê Çerkes e.

Em hinekî vekin; Gelê Çerkes qurbanê hêzên nijadperestên Rus e û ji ber şûrê çarên Rusî; ji welatê xwe reviyan, hatin Anatolya. Balkêş e ku ev gelê rastî qirkirinê hat, di navbera salên 1910 û 1918’an de, bûne hevkarê hêzên dewşîrme. Pêşengên gelê Çerkes jî, di qirkirina gelên Anatolya de cih girtin.

Kiryarên 2 pêşengên navdar yê Çerkes, Dr. Reşîd û Çerkes Ethem navdar in û her kes wan nas dike.

Dr, Reşîd, di qirkirina gelê Ermenî û Suryaniyan de, yek ji celladê serdemê ye. Di wê serdemê de weke nunerê Enver paşa, bû mutasarrif-waliyê Amedê û çeteyên El Xemsîn ava dike: Mutasarrifên ku dilbirehm bûn ji kar dûr kirin, qeymekamên dilbirahm jî dane kuştin.

Çerkez Ethem jî, di fermana-“seyfo” de, ji bo qirkirina gelê Suryanî, bi 500 suvarî re çû Midyadê, Nisêbîn û Hezexê. (Sal 1915)

Em behsa birayê Dr- Reşîd ku bi 4 hezar çeteyan re, ji aliyê Serhedê ve hat, di ser Sêrtê re çû Heskîfê piştre çû Midyadê û êrîşî gelê Suryani kir nakin.

Wan xwest ku herka çemê dîrokî bidin rawestandin, lê nikaribûn.

Helbestvanê çerkes Çetîn Oner, (1943-2016) ev rûreşiya dîrokî dîtiye û bi berpirsiyariyek rewşenbîrî tevgeriya ye. Weke ku ji tevahiya gelan lêbûrinê bixwaze û dîroka fermî ya Turk-î Turan û Turk-î Îslam red bike, helbesta bi navê “Andolu” nivîsîye. Di helbestê de, mina lêbûrînê bixwaze gelê Kurd jî hemû gelên hatine qirkirin, rêz dike û dibêje; “Ah aliyê min yê insanî / di stuyê min de marêkî bi zengil”

Dewşirme jî weke marê bi zengîl in, yanî weke mare “kerrekor” in û xwedî jehra “kevzê” ne. Kefzê simûlasyona binê deryayê ye, dema derdikevê ser rûwê avê, her tiştî tune dike. Kurd jî we jehra dijwar gotina “kefzêya jehrî” bikartînin.

Ahmed Arîf jî, ev dewşîrmetiya bi jehra xedar kiriye mijara xwe…

Rastî yek e: Ji bo mirovên wêjevan, bi taybetî mirovên ku helbestan dinivîsin, 2 meydanên cengê hene; Yek, weke suvarê gotinan derdikevê meydana cengê û şer dike. Dudu, helbestvan berpirsiyarê gotinê ye û gotinê di holka hişmendî û hewgiriyê de pratîze dike. Dema ku vî karî dike jî, mecbur e, ligel lehengên ji bo gelê xwe, demokrasî û mafên mirovan têkoşînê dikin cih bigire. Ji bo parastina wan lehengan, bi lehengiyek ku sînoran nasnakin têdikoşe.

Her du beş jî, reda dîroka fermî ne û cih girtina di dîroka alternatîf ya gelan de ye.

Nerûda mînak e! Di helbestên xwe de vê “cehdê” dike û dibêje; helbestvan berdevkê gelê xwe û axa xwe ye. Ev berpisiyariyek cîddî ye, kesê ji vê berberpirsiyariyê birevê, ji xwe û mirovbûna xwe direve.

Li Tirkiyê Can Yucel, wêjevanê Çerkes Çetîn Oner û ji Kurdên Sêrtê feylesof Hilmî Yavuz hene. Bê guman gelek kesên din jî hene. Divê hejmara van mirovan zêde bibe!

Vêca mercê bingehîn yê nivîskarî û wêjevaniyê, li kû dibe bila bibe, bi kîjan zimanî dibe bila bibe, dive di lêgerîna hişmendiyê de, zimanê diyalektîka serdemê zemt bike, li dijî diroka fermî têkoşînê bike, tezên derewîn pûç bike, mêjiyê dewîxî yê faşîzma dewşîrme bide naskirin.

Mercê duyemîn jî, di avakirina dîroka alternatif ya gelan de cih bigire.

Tevgera hişmendiyê, xeta bê dawî ye, rêwîtiye ber bi asoyên paşerojan e. Çeka here mezin wêje ye, di wêjeyê de pirtûk e! Li Kurdistana dîasporîk jî, di çalekiyên girseyî de çeka herî baş folklora Kurdî ye!… Dubare jî be em bêjin: Ji bo vê jî dive saziyên civakî, bi taybetî enstituyên Kurd, li Kurdistana diasporîk, ji bo civakên Ewropa di van beşan de karên ciddî bikin. Kurdistaniyên diasporîk, li ser madya civakî, bi riya “skyp”ê, gelek civîn, komcivîn û semînaran çêdikin. Baş in, bi wate ne, kedek tê dayin, nirxandin têne kirin, lê qonaxa propagende û danasîna ligel hev derbas bûye. Haaa, ez ne li dijî civînên wejeyî û nirxandin û rexnekirina helbest, roman û çîrokan im. Karê nirxandinê, nivîskar di karê wî de, civakê di naskirin û têgihiştina wêjeyî de serwext dike

Faşîzma dewşîrme ku weke “şoreşa reş-black revîletion”, bi diruşmeya “Alahu ekber” û La Îlaha” kar dike. Ev genetîka ku bi nifşên heywanan re jî nîne, bi dewşirmeyan re heye. Erdoganê epîlepîsk jî her roj, zarokên gelê Kurd bi rengê “sor”, “zer” û “gewre” kategorize dike û dike qurban. Hovîtiya xwe jî, di çarçoveya karê Ibrahîm pêxember de lansê dike. Bi gotina lavjeyî, weylik li hale mirovaniyê be!…

Divê wejevanên Kurd, qiyameta gotinan rakin. Di qiyameta gotinê de, gotinan bikin marên bi zengil û dûbişkên Çetîn Oner û Ahmed Arîf û behsa faşîzma serdemê dikin.