Di roja 10’an a nerazîbûna gelê Kolombiyayê de, gel dîsa bi hezaran daketin kolanên paytext Bogotayê û hin bajarên din li dijî hikûmetê meşiyan. Destpêka van nerazîbûnan ji ber guhertinên di qanûna bacan de hatibû gotûbêjkirin. Çend roj pîştî xwepêşandanan û piştî ku di encama pevçûna di navbera wan û hêzên ewlekariyê de 24 kesan jiyana xwe ji dest da, êdî daxwazên xwepêşandêran jî hatin guhertin.
Tevî ku hikûmetê gav bi paş de avêt û dest ji guhertina qanûna zêdekirina bacan berda lê xwepêşandan nehatin rawestandin û gelê kolombî nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta hikûmetê anî ziman û bi taybetî jî der heqê destwerdana tund a li beramberî xwepêşandêran û kuştina wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve her ku çû nerazîbûn zêdetir bûn.
Li gorî daneyên fermî ên wî welatî ji ber kirîza aborî ya ku tê de dijî, derdora nîvê hemwelatiyên Kolombiyayê di bin sînorê xizaniyê de dijîn û rêjeya bêkariyê derketiye ji sedî 16,8’an.