Meşa ku îsal cara sêyemîn e li Kolnê tê lidarxistin, li qada Duetzer-Werfet bi kombûna girseyan dest pê kir. Meşvanan li gel banga dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biserxistina pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ û bi bîrxistina berpirsiyariyên dewletên Ewropayê ya di çareserkirina pirsgirêka kurd de dest bi meşa xwe kirin.
Meşê li perava Çemê Renê dest pê kir û gelek kurdistanî û dostên wan beşdar bûne. Deh hezaran kes, li gel kortejên ku bi pêşengtiya jinan hatine çêkirin dest bi meşê kirin. Li pişt korteja jinan jî hunermend cih digirin.
Di meşê de pankarta wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin û pankarta bi nivîsa; “Dawiyê li tecrîd, îşkence û bêhiqûqiyê bînin-Azadî ji Rêber Apo re’’ bal kişand. Beşdarvanan dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Girseya ku kolanên Kolnê tije kiriye, bi coşeke mezin meşa xwe didomîne.
