Mamoste, xwendekar û nûnerên saziyên ziman bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Ziman li Şirnex û Kobanê çalakiyên ji bo ziman li dar xistin.
Kobanê
Li Kobanê xwendekar ü mamosteyên zanîngehê ji bo pîrozkirina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bang kirin. Gelek mamoste, şagirtên dibistanan û yên Zanîngeha Kobaniyê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê kom bûn û çalakî li dar xistin. Endamê komîteya amadekar Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kantona Firatê Mazlûm Cimo daxuyanî xwend. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di daxuyaniyê de anî ziman ku ew wek qada perwerdeyê ya herêma Firatê piştgiriyê didin wê daxuyaniyê û tekeziya xwe ji bo têkoşîna zimanê kurdî tînin ziman.
Şirnex
Saziyên Zimanê Kurdî û platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê bi daxuyaniyeke starta çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî dê têkoşîna xwe bidomînin. Nûnerên saziyan û ziman li ber avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê kom bûn û daxuyanî dan. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” dinivisî hilgirtin.
Endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek Cahît Akıl daxuyanî xwend û anî ziman ku bi dehan sal e hebûn û nasnameya gelê Kurd tê înkarkirin û got: “Ji bo wê rêzdar Ocalan dibêje; ‘Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne?’ Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî û nêrîna wî jî qeyd û kelepçe hatiye xistin” em weke Gelê Kurd sed salan zêdetir e vê êşê dijîn. Îsal bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em bi şiara Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî li qadan in.”
‘Divê Ocalan azad bibe’
Cahît Akıl bal kişand ser banaga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Ji bo hişmendî û pêşdebirina banga bîrêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî Û CIivaka Demokratik di jiyanê de pêş bikeve, beriya her tiştî divê Birêz Ocalan azad bibe. Ji bo ev pêk bê em ê têkoşna xwe ji her demê bilindtir bikin. Em bang û gazî li desthilata AKP û MHPê dikin ku demildest pêdiviyên vê bangê bi gavên demokratîk ên berçav bînin cih.Em ê weke Hêzên Ked û Demokrasiyê li Şirnex û tevahî navçeyên wê belavokên zimanê kurdî belav bikin. Dîsa bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em ê, mihrîcan, panel, atolyeyên zarokan, şahî, konser meş û daxuyanî û konvoya zimanê Kurdî li dar bixin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.