Jinan li Kobanê bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” 8’ê Adarê pîroz kirin.
Bi sedan jin, şênî û hêzên parastina gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiya 8’ê Adarê bûn. Di şahiyê de hemû jin û ciwan bi cil û bergên kurdî beşdarî şahiyê bûn. Jinan şahî li nava Daran a Kantona Kobanê li dar xist. Şahiye bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û nûnerên Rêxistina Kongreya Star Hêza Parastina Jinan axaftin kirin.
Jinên ku beşdarî şahiyê bûn di axafitna xwe de anîn ziman ku 8’ê Adarê bi fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate teqezkirin û gotin: “Jina kurd bi têkoşîn, hêz û vîna xwe li hember dagirkerî û faşîzmê sekinî. Her wiha jin di qada şer de xwedî rola herî girîng bû. Jina xwedawend bi çand, ziman û kevneşopiya xwe bersiv da.”
Piştî axaftinê li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn Koma Şehîd Hevrîn stran got. Dîsa Koma Êstêra Zêrîn a Qamişloyê jî xelekek pêşkêş kirin. Şahî bi govenda dayik û jinan dewlemend bû. Şahî bi dirûşmên “Jin jiyana azadî” bi dawî bû