Dewleta tirk duh saet di 16:50′an de Qada Newrozê ku lê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin a li ser girê Miştenûr ê Kobanê û kargeha boyaxê ya li başûrê bajêr topbaran kiribûn.
Piştî ku ambulans gihîşt cihê topbaranê, tîma tê de hat hedefgirtin û ajokarê ambulansê tevî hemşîrekî birîndar bûn. Birîndar bi ambulanseke din rakirin nexweşxaneya Kobanê.
Navên her du birîndaran wiha ne; Muslim Nebî Oso (25) û Sozdar Mistefa Osman (30). Rêveberiya nexweşxaneya ku her du birîndar lê tên dermankirin da zanîn ku rewşa wan baş e.