12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Katalonyayê konsera piştgiriya kurdan

Li paytexta Katalonya Barselonayê ji bo azadiya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî û ji bo mafê çarenûsiya gelê kurd konserek tê lidarxistin.

Îro ji bo azadiya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî û ji bo mafê çarenûsiya gelê Kurd li paytexta Katalonya Bercelonayê konserek tê lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Faruk Doru ji ajansa ANF’ê re der barê vê konserê de diyar kir ku konser bi piştevaniya dostên Kurdan, Platforma Azadî, Çîemen û rêxistinên din ên piştevaniyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hatiye organîzekirin û diyar kir ku wê di konserê de peyamên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên dayîn.

Siyasetmedar Faruk Doru diyar kir ku konser bi piştgiriya partiyên çep, sosyalîst û yên serxwebûnxwaz ên parlamento û hikûmeta Katalonyayê pêk hatiye û hemû amadekariyên konserê temam bûne.

Ev konser îro di saet 19:00 de li Bercelonayê li La Farga, Hospitalet de Llobregat bê lidarxistin. Ev konser bi armanca piştevaniya  ji bo mafê çarenûsiya gelê Kurd û azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, tê lidarxistin.

Konser bi dirûşma Jin Jiyan Azadî (Dona, Vida, Libertat!)  tê lidarxistin.

Çav li rê ye ku hunermendê kurd Diyar Dêrsim û hunermendên Katalan Clara Peya, Ebri Knight, Las Bajas Pasiones, Lil Rusia, Adala û Mabel Flores wê derkevin ser dikê.