Wezareta Dadê ya Dewleta Tirk têkildarî şewata li Hotêla Grand Kartalê ya li Kartalkaya ya Boluyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di şewata li Boluyê de tevahiya nasnameyan hatin tespîtkirin. Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Serdozgeriya Komarê ya Boluyê jî duh daxuyanî da û got ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayin derketiye 79an.