12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kampa Holê operasyon hat destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên siharê de li Kampa Holê operasyona ewlehiyê da destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê sibehê li kampa Holê ya rojhilatê Hesekê yê kantona Cizîrê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

Ev operasyon, di çarçoveya rêzeoperasyonên ewlehiyê yên berê de hatiye destpêkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî şaneyên çeteyên DAIŞê li kampa Holê pêk anîbûn.

Ji çend salan ve li kampa Holê liv û tevgerên zêde yên şaneyên DAIŞê hene. Ew şane valahiya ewlehiyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê, êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firset digire. Ew jî dibe sedema bêîstîqraraî û avakirina zemînekî ji bo çalakiyên DAIŞê.

Wê di saetên pêş de Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek fermî bide, hûrgilî û armancên operasyonê aşkera bike.