Îro serê sibehê li kampa Dawidiyayê ya li navçeya Amediyê ya parêzgeha Dihokê, ku koçberên xelkê Şengalê lê dimînin, agir bi konteyniran ket
Ji ber şewatê tiştek bi kesî nehat, lê 25 konteynir bi temamî şewitîn. Kampa Dawdiyayê sala 2014’an hate avakirin û koçberên şengalî lê hatin bicihkirin.
Li kampê 500 konteynir hene û 2 hezar û 500 şengalî lê dimînin.