2 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kadikoyê 1ê Gulanê hat pîrozkirin

Li Qada Rihtimê ya Kadikoyê di mîtînga 1ê Gulanê de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê daxuyaniya hevpar hate xwendin.

Li Qada Rihtimê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê mitînga 1ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê ya Navneteweyî tê lidarxistin. Mitîng, bi pêşengtiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTBê bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” tê lidarxistin. Bi deh hezaran kedkar tev li mitîngê bûn.

Tevî barînê jî coşeke mezin li qadê heye. Di mitîngê de metna hevpar a Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê hate xwendin. Kurdiya metnê ji hêla Ayşe Aksoy ve hate xwendin. Ayşe Aksoy bi lêv kir ku têkoşîna wekheviya karker û hemû azadîxwazan berdewam dike û got ku aştî û civakeke demokratîk tenê bi têkoşîna hevpar a çîna karkeran û hemû bindestan pêkan e. Ayşe Aksoy wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên şer, dijminatiya bi neteweperestiyê gurrkirî û rejîmên zext û zordarîyê ku îradeya gelan tune dihesibînin, li dijî van hemûyan, em jiyaneke bi hev re, azad, wekhev û li ser xwişk û biratiyê avabûyî diparêzin. Têkoşîna me ji bo civakeke demokratîk e ku tê de hemû kes bikarin bi nasname, bawerî û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, tê de şer û mêtingerî nebe; berevajiyê vê, hevgirtin û edalet lê serwer be. Em weke kesên ku li vê meydanê hatine cem hev dizanin ku hêza me ya rêxistinkirî temînata aştî û demokrasiyê ye; em pişta xwe didin vê hêza xwe û em bang li hemû gelan dikin ku werin û em bi hev re vê siberoja hevpar ava bikin.”

Piştî axaftinan Koma Munzur li ser dikê û stran gotin.