4 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan

Li Îzmîr û Stenbolê beriya 1ê Gulanê bi ser gelek malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin.

Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Serokê Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê Savaş Candemîr û hevjîna wî Gulsen Candemîr, xwendekarên zanîngehê, sendîkavan, endamên Partiya Kedê, SOL Partî, TÎP û Partîzanê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.

Stenbol

Endamên Komîteya Amadekar a 1ê Gulana Taksîmê ya Stenbolê ku duh li Beyoglûyê daxuyanî dabûn jî hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar a li Fatîhê. Serokê Giştî yê Kataş-Senê Şahîn Başaraner û Sekreterê Rêxistinkirinê yê Înşaat-Îşê Yûnûs Ozgur jî di nav binçavkiriyan de ne.