Li Iraqê piştî aloziyên dawî ên li ser sînorê bi Îranê re û piştî serdana serokwezîrê Iraqê ya Tehranê hin rayedarên payebilind ên wezareta Karên Hundir hatin guhertin. Piştî krîza vê dawiyê ya li ser sînorên Îran û Iraqê, îro, Fermandarê Hêzên Parastina Sînor hate guhertin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Iraqê, wezîrê Karên Hundir ê Iraqê, Ebdulemîr El-Şemerî, li şûna Hemîd El-Huseynî ji bo fermandariya parêzvanên sînor serleşker Mihemed Sûker erkdar kir.
Hêjayî gotinê ye ku ev guhertin piştî aloziyên li ser sînorê bi başûrê Kurdistanê û piştî êrîşên Îranê, pêk hatin. Êrîşên Îranê ji alî hikûmeta Iraqê ve wekî binpêkirina serweriya axa Iraqê hatibûn binavkirin û di encama vê aloziyê de serokwezîrê Iraqê jî serdana Îranê kiribû.
Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku biryara bicihkirina leşkerên Iraqê li ser sînoran jî ji alî Îranê ve bi rengekî erênî hatibû pêşwazîkirin.