Li bajarê Esfehana Îranê xwepêşandanên tîbûnê berdewam dikin. Di 26’ê mijdarê de di destwerdana xwepêşandanê de hêzên dewletê xwepêşandêrek kuşt. Çend roj in ku xwepêşandanên ji bo kêmbûna avê ku navê “xwepêşandanên tîbûnê” li wan tê kirin, li gelek deverên Îranê berdewam dikin. Esfehanê yek ji deverên ku bê navber xwepêşandan tên lidarxistin û gel daxwaza çareseriya pirsgirêka avê dike.
Roja înê di nava xwepêşandêran û hêzên polîs de pevçûn derket û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî xwepêşandêran kir.
Hêjayî gotinê ye ku bi salane cotkarên Esfehanê ji ber kêmbûna avê nerazîbûnên xwe tînin ziman lê heta niha hikûmetê tu çareser ji vê pirsgirêkê re nedîtiye. Lewre di demên dawî de bi hezaran kes daketin kolanan û dest bi xwepêşandanên ‘tîbûnê’ kirin.