Ji meha Mijdarê ya 2022’yan ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi bombeyên gaza jehrî êrişê dibistanên keçan tên kirin. Li gor amaran heta niha nêzî 5 hezar xwendevanên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.
Duh jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm êrişê 50 dibistanên keçan hatin kirin û di encamê de bi sedan xwendevan rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyan, ji ber van êrişan heta niha 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest dane.
Duh jî li ser banga Encûmena Hawahengî ya Pîşeyî ya Mamostayên Îranê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên wek; Sine, Seqiz, Merîwan, Tehran, Îsfehan, Kerec, Reşt, Lahican, Ahwaz, Babîl, Şîraz, Nûrabad, Memesenî, Aligudarz, Meşhed, Şîraz, Kaşmer, Kazerun, Celfa, Buşehr, Abdanan, Zencan û hin bajarên din gel li dijî êrîş bi gazên jehrî yên li ser dibistanên xwendekarên keç herikîn qadan.
Piştî berfirehbûna nerazîbûnên li dijî van êrişan, medya girêdayî rejîmê îdia kirin ku çend kesek ji ber van êrişan hatine binçavkirin ku ew kes tevlî xwepêşandanên demên dawî bûne.
Li aliyê din jî li ser banga bi dehan rêxistin û sendîkayan bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan, tê payîn ku îro li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî werin lidarxistin.