12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê îro tûra duyemîn a hilbijartinan pêk tê

Îro li Îranê tûra duyemîn a hilbijartinên parlamentoya Îranê pêk tê û li gorî raporên medyaya îranî ev hilbijartin di nava nerazîbûneke mezin a gelê Îranê de pêk hatiye

Wêne û dîmenên ku ji deverên cuda ên navendên hilbijartinan tên belavkirin nîşan didin ku hema bêje hemû navend vala ne û kesek naçe ser sendoqên hilbijartinan. Ji xwe di tûra yekemîşn de jî beşdarbûn pir kêm bû û nerazîbûna gel di wê beşdariya kêm de xuya dibû, di vê tûra duyemîn de jî dîsa beşdarbûn gelekî kêm e.

Ev tûra helbijartinan demjimêr 8’ê sibehê bi dema Îranê li 22 navendên dengdanê dest pê kir û tê pêşbînîkirin ku heta demjimêr şeş bi dema herêmî berdewam bike, lê dibe ku dema komîteyan were dirêjkirin.

Tûra yekem a van hilbijartinan di 1ê Adarê de hat lidarxistin û tê de 245 namzed kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û 45 kursiyên mayî jî di nav 90 berbijêrên gera duyem de, îro tê kirin.

Berî hilbijartinên vê tûrê, partî û girûpên siyasî, sivîl, sendîkayî û malbatên qurbaniyan û girtiyên siyasî banga boykotkirina van hilbijartinan kiribûn.

Serokomarê berê yê Îranê bo cara yekê beşdarî hilbijartinên 1’ê Adarê nebû, di hilbijartinên Meclisa Pisporan û Parlamentoya Îranê de dengê xwe bikar neanî.