Li Îranê êrîşên bi gazên jehrî yên dijî xwendekarên keç bê navber dewam dike. Li gorî Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê heya niha 13 hezar xwendekar rakirine nexweşxaneyê û hatine dermankirin. Li gorî Seîd Kerîmî dibêje, ji ber van êrîşan kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Heta niha der barê van êrîşan de helwesteke zelal nehatiye kirin tenê der barê mijarê de Wezareta Karên Hundir ya Îranê ragihand ku heta niha derdora 100 gumanbar hatine binçavkirin. Lê heta niha nayê zanîn ku ew êrîş ji alî kê ve an jî bi çi armancê tên kirin nehatiye zelalkirin.