Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de mir. Mirina Reîsî gelek pirs li pey xwe hişt. Pispora evlehiya navdewletî û siyaseta derve Şukriya Bradost derbarê mijarê de diyar kir ku mijara çima du helîkopter rizgar bûn û çima helîkoptera Reîsî rizgar nebû ne zelal e û wiha got: “Tişta balkêş di hewayek wisa de tu balafir û helîkopter nikare bifire. Çima ew di hewayek wisa de ketin rê? Ev mijar ji bo dewleteke mîna Îranê em li heviyê nînin ku zelal bibe. Gotinek nîvdewletî dê her hebe û her heye. Ev ne cara yekemîn e ku serokkomarekî îranî bi şewazekî wisa dimire. Ev pirsa çawa hat kuştin an jî çawa mir dê bidome. Mînak eger hûn berê xwe bidin Alî Ekber Haşimî Rafsancanî piştî salan, îro jî malbata Rafsancanî dibêjin bavê me kuştin. Niqaşên li ser vê yekê hêj jî didome. Pirsa çima di hewayek wisa de helîkoptera wan rabûye nîşan dide ku komara îslamê ya Îranê di nava xwe de reqabeta hêzê heye. Di vê rekaberiya hêzê de hev qebûl nakin. Wekî şerê navxweyî yê pergalê ye.”
Bradost anî ziman ku mirina serokkomar û wezîrê karên derve dê di pergala Îranê de guhertinan çêneke û wiha got: “Ji ber ku yê xwedî biryara siyasetê ne serokkomar û wezîrê karên derve ye. Yê xwedî biryara siyasî hem di nava xwe de û hem jî li derve hêza leşkerî ye. Serokkomarî û wezîrî ji bo pergala Îranê wekî cilekî ku li xwe bikin. Bi wan cilan biryaran vedişêrin û wekî biryara wezîrê derve nîşan didin. Lê di rastiyê de biryar û gotin a pastaran e. Ji ber ev ê bandorê li pergala Îranê neke.
Bûyer di niqaşên xazê de çêbû
Bradost da zanîn ku kuştina serokkomar û wezîr a di vê demê de muhîm e û wiha lê zêde kir: “Heta hilbijartin pêk bê (li gorî zagonê divê di nava 50 rojî de) serokkomarekî nû bê desthilatê, kêşeya mijara xazê ya li Îranê dê bidome. Di pêvajoya ku di navbera Îran û Amarîkayê de niqaşên xazê û enerjiya nukleerî dihat niqaşkirin ev bûyer pêk hat. Di vê pêvajoyê de rola leşkerî ya biryarê jî dê derkeve holê. Dê rûyê rastî yê dewleta Îranê derkeve holê.”
Şukriya Bradost destnîşan kir ku îhtimala ku destê hêzên derve di nava kuştina serokkomar de hebe pir kêm e û wiha axivî: “Ne serokkomerekî ku ji aliyê hêza derve bê kuştin bû. Ji ber ku serokkomarekî ku ji aliyê gel ve pir hindik dihat hezkirin. Pergalê jî zanibû ku ev kes, ne ew kes e ku karibe xizmeta pergalê bike. Ev serokkomar di xeleka hêzê de xeleka herî teng û biçûk bû. Reîsî ne kesekî wisa bû ku karibe guhertinek mezin di pergala Îranê de pêk bîne. Ne hebûna wî û ne jî nebûna wî nikaribû guhertinê bike. Di vê pêvajoya ku Îran di nava pergala nîvdewletî de ye kuştina serokkomar pirsa “Gelo dikarin guhertinekê pêk bînin”, “Dixwazin sîstema navxweşî biguherînin” tîne aqilan. Ji bo şirovekirina vê mijarê amûr û belgeyên zelal nînin.”
Bi rêjeyeke kêm hat hilbijartin
Bradost bal kişand ser siberoja Îranê ya piştî çûyina serokkomar û wiha bi dawî kir: “Hefteya borî hilbijartinek parlamentoya Îranê pêk hatibû. Li Îranê hilbijartin her ji 4 salan carekê pêk tê. Lê sal bi sal rêjeya tevlêbûna hilbijartinan kêm dibe. Di hilbijartina Reîsî jî tevlêbûna hilbijartinê herî herî kêm bû. Ev nîşan dide ku tevlêbûna gel a ji bo serokkomarekî gelek kêm be, gel endezyariya hilbijartinê dike. Nasyonalîzma Îranê û netewegeriya Îranê zêde bûye. Dixwazin netewperestî û nasyonalîzmeke îranî zêde bikin. Niha li Îranê faşîzm zêde dibe.”