Li gorî nûçeya Malpera Tensîm ya Îranê ku belav kiriye de vê sibehê li bajarê Tehranê li ber Dadgeha Bilind a Tehranê, li dijî Serokê Şaxa 39an Elî Razînî û Serokê Şaxa 53yan a Dadgeha Bilind a Înqilaba Îslamî Mihemed Muqîse êrîşa çekdarî pêk hat. Her du dadger jî di dadgeha Îranê de payebilind in.
Hat diyarkirin ku her du dadwer di encama gulebaranê de hatine kuştin.
Li gorî agahiyan hat zanîn ku êrîşkar piştre jî xwe kuştiye. Li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin. Hêjayî gotinêye ku heta niha aliyên peywendîdar têkildarî bûyerê agahiyên fermî belav nekirine.