Dîrektorê Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Mehmûd Emîrî Muxedam ku navenda saziyê li Norwecê ye daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Tişta ku em bi awayekî teqez dizanin ew e ku hejmara darvekirinan ji 1,500’î derbas bûye. Ev rekoreke. Ji dawiya salên 1980’yan ve ye yanî zêdetirî 35 salan e hejmara herî bilind ev e.”
Her wiha Mehmûd Emîrî diyar kir ku hê jî bi sedan bûyerên darvekirinê yên nehatine piştraskirin hene û anî ziman ku dibe hejmara rastîn gelekî ji ya hatî aşkerakirin zêdetir be.
