Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 70yî de daxuyaniyek belav kir. Kampanyayê vê hefteyê jî daxuyaniyek belavkir û ragihand ku hejmara darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde bûye û di vê mehê (Gulan) de 170 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Li gorî heman daxuyaniyê hemû darvekirin aliyên xwe yên siyasî ve girêdayine û pêvajoya dadgehkirinê ya di saziyên derve û ewlekarî yên Îranê de, ne adilane ne. Kampanyayê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin girtiyan.
Hêjayî gotinê ye Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di 9’ê Çileya 2023’yan de dijî darvekirinan hatiye avakirin û her roja Sêşemê derbarê mijarê de daxuyaniyê dide.