Pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” salek li pêy xwe hişt. Sala par di 10’ê Cotmehê de ji çar aliyên cîhanê bi pêşengiya gelek kesayetên naskirî û sendîqeyan ev pêngava ku doza azadiya fîzîkî dike hatibû despêkirin. Di nava salekê de bi xebatên ku hatin meşandin ve li seranserî cîhanê derbarê pergala qirkirin û îşkenceyê ya li Îmraliyê haydariyek girîng da avakirin. Pêşengên pêngavê bi vê xebata xwe ve îdîaya têkoşîna xwe danîn holê.
Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêber Apo pêk hatî kete 27 saliya xwe. Bêgûman mirov nikare vê komployê bi geşedanên li herêmê rûdidin cuda binirxîne û bigre dest. Ger em bînin bîra xwe piştî salên 1990’î serdestên cîhanê li dijî Rojhilata Navîn dest bi manewrayeke nû kirin. Îdeologên hêzên serdest piştî hilweşîna dîwarê Berlînê kehaneta “dawiya dîrokê” dikirin. Wê demê hin kesan digot serdema îdeolojiyan bi dawî bûye û weke nîzama cîhanê jî kapîtalîzm nîşan didan. Ji bo van hêzên ku xwe li ber enerjiya neftê ango petrolê xweş dikirin, mudaxeleya li Rojhilata Navîn weke alternatîfekê herdem li ser masê bû. Di demeke wisa de ku li ser herêmê hesabên mezin dihatin kirin, bi pêşengiya Rêber Apo Tevgera Azadiyê derket holê. Van hêzan tevgera ku di demek kurt de xwe gihand bi sedhezaran kesî, li pêşiya planên xwe yên li ser herêmê weke kelem didîtin. Ji bo xwe ji vê astengiyê xilas bikin jî ketin nava hewildanên qirêj. Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyê dest pê kir di rewşek wisa de pêş ket.
Lêgerîna Rêber Apo ya ji bo edaletê, wekheviyê û cîhanek azad, di 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê bi dawî bû. Her çiqas dewleta tirk, dîl-ketina Rêber Apo weke serketina xwe nîşan da jî, aşkerebû ku komplo ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye plankirin û birêvebirin. Hema bêje hemû serwîsên îstixbaratê yên cîhanê di vê komploya bêbext de cîh girtin. Weke Rêber Apo jî dibêje di dîrokê de mîna wê komployê nîne. Hêzên komploger, bi radestkirina Rêber Apo, xwestin wî ji tevgera kurd veqetînin û doza kurd têk bibin. Bi taybet di nava 26 salên li girtîgeha Îmraliyê de hêzên komploger ji bo îradeya Rêber Apo têk bibin û wî teslîm bigrin serî li her cure rêyên qirêj dan. Li hemberî vê yekê Rêber Apo, tevî şert û mercên tecrîda girankirî jî bi zanebûn û pêşdîtinên xwe ve tedbîrên berfireh girtin û pêşiya tasfiyê girt, komplo jî pûç kir, tevgera azadiyê bi hêztir û mezintir kir.
Hêzên komploger bi armanca têkîliya Rêber Apo ji gel, tevger û cîhana derve qut bikin zêdetirî 4 salan e pergala tecrîda mutlaq xistine dewrê. Li hemberê vê tecrîdê ku di qada navneteweyî de wek awayekî îşkenceyê tê qebûlkirin. Gelê Kurd û dostên wan bênavber dest bi çalakiyan kirin. Dengê xwe bilind û di her firsetê de bal kişandin ser bêhiqûqiya li Îmraliyê.
Li himberî vê pergala qirkirin û îşkenceyê ya li grava Îmraliyê li ser Rêber Apo tê ferzkirin di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngavek gerdûnî hat ragihandin. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” li zêdetirî 80 welatên cuda bi pêşengiya kesayetên naskirî hat despêkirin. Di nava salekê de di çarçoveya pêngava ku hat ragihandin de gelek xebatên fikrî, civakî, siyasî û zanistî hatin meşandin. Gelek konferans, komxebat, semîner û civîn pêk hatin. Di hemû xebatan de li ser girîngiya paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê hat sekinandin. Bi vê yekê re li ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nerînên hevbeş hatin parvekirin. Bi van xebata ve careke din derket holê ku Rêber Apo tenê ne xwedî projeya mezin a siyasî ya “Kurdên Azad e” tenê ye. Xwediyê fikra pêşeroja azad û mirovahiyê ye. Ji ber sembol û nûnertiya vê fikrê dike îro ji çar aliyê cîhanê kesên ku di nava civakên xwe de weke pêşeng têne qebûlkirin xwedî li Rêber Apo derdikevin û ji bo azadiya wî di nava têkoşînek mezin û piralî de ne. Ji vî aliyî ve têkoşîna bi pêngavê re destpê kir xwedî girîngiyek mezin e.
Pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” çend roj berê kete du saliya xwe. Pêşengên pêngavê mîna sala ewil li gelek navenda bi daxuyaniyan banga mezinkirina têkoşînê kirin. Bêgûman qasî ku ev ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girîng e, her ewqas ji bo pêşîlêgirtina kaosa li herêmê heye jî xwedî girîngiyek mezin e. Kes ango sendîqe û saziyên vê pêngavê bi rêve dibin di wê baweriyê dene ku tekane çareseriya şerê li Rojhilata Navîn diqewime paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk e.
Hêzên komploger ji bo pêşî li vê fikrê bigrin di nava êrîşkariyek berfireh de ye. Di çarçoveya van êrîşan de li Îmraliyê jî şerekî siyasî, îradeyî û pir alî tê meşandin. Li aliyekî vî şerî fikra azad heye ku temsîla wê Rêber Apo dike, li aliyê din jî pergala qirkirên ku temsîla wê hêzên komploger û kapîtalîst dikin heye. Encama vî şerî wê geşedanên li herêmê diqewimin ji nêv ve bandor bike. Dewleta tirk a ku gardiyantiya hêzên komploger dike ji bo plana xwe ya qirkirina kurdan bi encam bike, pergala qirkirin û îşkenceyê ji bo xwe weke firsetê dibîne. Beşek girîng a civaka Tirkiyeyê mîlîtarîze kiriye û bi nîjadperestiyê jehrî kiriye û rizandiye.
Dewleta tirk û deshilata wê ya qirker a AKP-MHP bi piştgiriya hêzen komploger xwest Rêber Apo teslîm bigire, lê bi ser neket; bi têkoşîn û berxwedana Rêber Apo bûye civakî û gerdûnî. Hêzên ku dixwestin bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê Rêber Apo bêbandor bikin, lê bi ser neketin. Îro li çar aliyên cîhanê fikir û tezên Rêber Apo tên nîqaşkirin. Di çareseriya pirsgirêkên civakî û sîstemê de tekane hêza çareseriya demokratîk Rêber Apo tê dîtin û hembêzkirin. Di dawiya 26 salan de hat dîtin ku tevî hemû êrîşan jî nikarin li himberî îradeya Rêber Apo bi ser bikevin. Bêgûman têkoşîna li Îmraliyê û li derve tê meşandin hêz ji hev digre. Hêza ku Rêber Apo bi sekin û berxwedana xwe derxistiye holê, bi her awayî pêngava ku hatiye despêkirin milê erênî ve bandor dike, pêş dixe û xurt dike. Ji milê din ve pêngava îro belavî hemû cîhanê bûye nîşan dide ku Rêber Apo di wê hucreya reş û tarî de ne bi tenê ye. Ew bûye civak, gel û hemû mirovahiyê temsîl dike. Ev hêza manevî û civakî di Rêber Apo de vediguhere kesayeta mirovê azad.
Ji vî milî ve em dikarin bêjin ku komploya ku 9’ê Cotmehê negihiştiye armanca xwe. Komployê carekadin nîşanî me da ku ev pergala qirker a kapîtalîst bûye cenewarekî çiqas xwînxar û çavsor. Ji bo berjwendiyên xwe hewl dide herkesî bi kar bîne. Lê çi dibe bila bibe nikare mirovên ku fikrên wan azad û temsîliyeta civaka demokratîk dikin teslîm bigrin. Ji ber vê yekê îro li çar aliyên cîhanê xelk xwedî li Rêber Apo derdikevin û wî weke Rêberê xwe yê rasteqîn dibînin. Pêngava ku hatiye despêkirin ji vî milî ve xwedî girîngiyek mezin û bi nirx e. Divê yekê ji bo ev pêngav bigihêje armanca xwe û Rêber Apo azadi bibe em têkoşîna xwe mezintir bikin.