17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îdirê rojên pirtûkan dest pê kir

Li bajarokê Xelfeliyê bi hevkariya şaredariyê û YEWKURDê ve 1emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir.

Li bajarokê Xelfeliyê ya Îdirê 1emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir. 1emîn Rojên Pirtûkan bi hevkariya Yekitiya Weşangêrên Kurd (YEW-KURD) û Şaredariya Bajarokê Xelfelîiyê ya di destê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li Daristana Bajêr dest pê kir û dê 4 rojan bidome. 17 weşanxane beşdar bûn.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn di vekirina pêşangehê de axivî û hemû welatî vexwend pêşangehê.

Hevserokê YEWKURDê Hakki Boltan jî diyar kir ku ji gelek bajaran weşanxane beşdarî pêşangehê bûne û got: “Em spasiya hemû weşanxaneyan dikin. Pêşangehên wiha pir girîng in. Lewra xwedîderketina pirtûkên li vir, xwedîderketina li xwe ye. Em ê bi xwendinê ve nasnameya xwe binasin. Ji bo vê yekê, xwedî li derketina pirtûkan ne tenê perpirsiyariya weşanxaneyan e perpirsiyariya me hemûyan e.”

Boltan, bal kişand li ser zextên ser zimanê Kurdî û got: “Zexta herî mezin li ser Kurdî ye. Bi salan kesê nikaribû peyveke bi Kurdî biaxive. Zimanê gelê Kurd hatibû qedexekirin. Ji ber vê gel, ji zimanê xwe dûr ket. Ji bo vê ev xebata îro pir girîng e.”