2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li hundir û derve tifaq

Hevdîtinên navxweyî yên di navbera birêz Barzanî û birêz Mazlûm Abdî de tirs û xofên di nav kurdan de yên digotin, “Kurd nayên ba hev“ şikand û aveke hênik berda ser dilê kurdan û ewqas jî bû kelemê çavê neyaran.

Peyva tifaq dikare wek piştgirî, hevalbendî, hevgirtin, yekbûn, yekgirtin were pênasekirin, ku di van rojan de pêwîstiya kurdan ji ya hemû kesan zêdetir pê heye.

Li rojavayê Kurdistanê pêşketinên wiha girîng û hêvîdar çêdibin, ku berdewamî û xurtkirina wan wê ji kurdan re siberojeke ronîtir bi xwe re bîne.

Hevdîtinên navxweyî yên di navbera birêz Barzanî û birêz Mazlûm Abdî de tirs û xofên di nav kurdan de yên digotin, “Kurd nayên ba hev“ şikand û aveke hênik berda ser dilê kurdan û ewqas jî bû kelemê çavê neyaran. A girîng berdewamkirin û xurtkirina vê ya di riya Kurdistanê de ye. Divê ji bo rizgariya Kurdistanê her rê û rêbaz were ceribandin û her awayê fedekariyê bê dudilî were nîşandan. Berjewendiya rizgariya Kurdistanê di ser a hemû partî, rêxistin û kesayetan re ye. Ger Kurdistan hebe, birêz Barzanî jî wê hebe, ger Kurdistan hebe, birêz Mazlûm jî wê hebe, ger Kurdistan nebe, kes ji me jî wê nebe. Ev rastiya welatê me û gelê me ye. Ji bo wê divê hemû kurd ji kîjan siyaset, partî, parçe, alî, ol, bawerî û rêxistinê dibin bila bibin, bi dirûşma ‘Bijî Kurdistan’ tifaqan saz bikin û bi ber armancê ve yekgirtî û bi hev re bimeşin.

Ji derveyî welêt jî hatina heyetên Ewropî ya gel birêz Mazlûm Abdî û bi taybetî axavtina li ser telefonê ya serokê Amerîka birêz Trump û bi serbilindî behskirina birêz Mazlûm ciyê şanaziyê ye. Serdana jinên kurd a li Qesra Spî jî jixwe agir berda dilê neyaran. Di dilê neyaran de, wiha dihizirîn û maf didan xwe, ku tenê wan dikarî bi Amerîkayê re têkiliyan deynin û dîplomasiyê bikin. Ger kurdan hewl bida bi Amerîkayê re hevalbendiyê bikin, ev dibû helwesteke rûreşiyê, lê ger tirkan kiriba ev jî dibû helwesteke dostaniyê. Ev heftê sal in ev yek ji aliyê Dewleta Tirk ve wiha dihat bikaranîn, ji wê re heq, ji kurdan re neheq bû, lê çûna Amerîkayê ya endamên rayedariya Rojava ev bêbextî jî çirand û ji dost û dijminan re da diyarkirin ku êdî kurd jî li qada dîplomasî û têkiliyan dikarin danûstendinê bikin û ev mafê wan ê herî bingehîn e. De bila Dewleta Tirk biteqe.

Divê aliyê kurdan hemû argûmant û çekên di destê tirkan de bi xwe jî bi kar bînin. Hêza leşkerî ya rojavayê Kurdistanê YPG, YPJ dikare serî li NATOyê bide û endamtiyê daxwaz bike, da ku ev çek jî ji destê tirkan derkeve. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATOyê, bi çek û hêza ku ji wan digire ev 70 sal in êrîşî ser kurdan dike.

Ger îroj tirk bê tirs firokeyên xwe radikin û li Rojava, gelê me yê mezlum bombebaran dikin, axa me dagir dikin, sererd û binerdê me talan dikin, piştgiriya xwe ji NATOyê distînin. Tirk ji NATOyê re dibêjin, “Em baskê te yê Rojhilat û Başûr in, em çeka te ya li Rojhilata Navîn in, tu destekê bide me, em jî berjewendiyên te li Rojhilata Navîn û bi taybetî li dijî Rûsyayê biparêzin.” NATO jî li ser vê pêşkêşiyê devê xezîneya çekan jê re vedike, piştgiriya wê dike û alîkariyê dide wê.

Tirk jî bi vê piştgirî û alîkariya ku ji NATOyê distînin kurdan qir dikin. Wê demê divê kurd vê derewa tirkan betal bikin û çeka ku bi kar tîne ji destan derxin. Ey NATO, ey Ewropa, ey Amerîka li ser axa me, ger berjewendiyeke we hebe, werin em bi hev re biaxivin û em piştgiriya we bikin, em berjewendiya we biparêzin, lê bes bi neyar û kujêrên me re nebin hevalbend û piştgir û nebin şirîkê kuştina gelê me. Çawa ku me giştiya Ewropayê ji xetareya terorizma DAIŞê parast, em dikarin berjewendiyên we jî li dijî dewletên din biparêzin. Ev heftê sal in hûn destekê didin dagirkerên Dewleta Tirk û ew jî me qir dikin, werin dev ji vê tifaqa qirêj berdin û li ser bingeha mirovhezî, dostanî û hevalbendî tifaqeke pak û nû bi me re saz bikin.

Gava NATO piştgiriyê nede Dewleta Tirk, ew ê nikaribe ewqas li ber çavên cîhanê û hovane sivan qir bike. Neyar ji piştgiriya distîne ewqas jixwebawer e ku dikare dîmenên kuştina sivîlan bê tirs parve bike. Di rastiyê de ev dîmen tenê dikare Dewleta Tirk bibe ber destê Dadgeha Mafê Mirovan û Dadgeha Darezandina Sûcên Şer. Lê ji bo vê, divê hemû parêzer û hiqûqnasên kurd serî li van dadgehan bidin û yek li hêviya yekî din nemîne û wek doza Roboskiyê di ser serê xwe re navêjin û piştre nebêjin diviya wî bikira, diviya yê din bikira û demê derbas nekin. Sûcekî ber bi çav heye, Dewleta Tirk bi dronên xwe li kesên sîvîl ên xwe kirine mertalên zindî dide, wan dikuje û van dîmenan belav dike. Ev tev sûcên şerî ne. Çawa ku kesek gotinekê li dijî serokomarê Dewleta Tirk dibêje, di cî de dozger û parêzerên wî dozê vedikin û serî li dadgehê didin, divê hiqûqnas û parêzerên kurd jî her yek ji aliyê xwe ve, bi inisîyatîfa xwe, bêyî ku yek li hêviya yekî din bimîne, ji hev hêvî bikin, bi xwe materyalan kom bikin û pêşkêşî van dadgehên li sûcên şer û mafên mirovan dinihêrin bidin. Bi hezaran dosye dikarin di nava çend rojan de bigihijin ber destê van dadgehan.

Divê kurd ne tenê li kolanan bimeşin û biqîrin, divê di qada dadgehî de jî li mafê xwe bigerin û vê yekê ji sazî, rêxistin û partiyan hêvî nekin. Tu parêzereke/î kurd î, tu li Ewropayê dijî, tu zagonên dadgeha mafê mirovan û dadgeha sûcên şer dizanî, li ber destê te bi hezaran dîmen, nûçe û wêneyên kuştina kurdên sîvîl û bombebarankirina binesaziya gelê Rojavayê hene. Fermo wan bi kar bîne û serî li van dadgehan bide, da pêşî li êrîşên Dewleta Tirk werin girtin.

Şervanên kurd ev ji mehekê zêdetir e li derdora bendava Tişrînê di şerekî mirin û mayînê de ne. Ev mehek e bi şev û roj ji bo parastina rûmeta kurdan şer dikin. Bi piranî ev mehek e kincên xwe neguhertine, serê xwe neşuştine û bi xewa yek du saetan bi berdewamî parastina gelê xwe û axa xwe dikin. Gelê me di hawara wan de diçe û xwe dike mertalên zindî da Dewleta Tirk vî şerê qirêj rawestîne. Tu jî ji aliyê xwe ve destê xwe bide vê tifaqê, keda xwe tev lê bike û mafê Bavê Teyar û bi dehan kurdên ku bedena xwe dane ber guleyên neyar li qada navdewletî bîne ser zimên û biparêze. Divê qada şer, qada dîplomasî, qada siyasî û qada hiqûqî dest bidin hev, ku em karibin vî neyarê hov û xwînxwar rawestînin.

Dem dema tifaqê ye, hemû kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê dibin bila bibin, li kîjan aliyê cîhanê dibin bila bibin, hemû hêz û jêhatiniya xwe biherikînin bin xizmeta rizgariya Kurdistanê. Em tev bi hev re welatê xwe rizgar bikin û tev bi hev re xweşiya jiyîna li welatekî azad bi hev re bijîn. Divê ne tenê şervanên YPJ û YPGê û gelê me yê Rojava têbikoşe, divê em kurd tev têbikoşin, li qada dîplomasî, li qada siyasî, li qada aborî û li qada hiqûqî. Pir girîng e, ku kirinên Dewleta Tirk ên li rojavayê Kurdistanê ji her alî ve ragihînin dadgehên ku bi vî karî re mijûl dibin û encam were bidestxistin, çepera li dor Dewleta Tirk hatiye hûnandin were tengkirin û fetisandina wê misoger bibe, da gelê me jî hilmeke azad bistîne.