Radyoya ‘Şam FM’ ragihand ku vê sibehê li ser riya Meşrefê ya li gundewarê rojhilatê Humusê mayînek bi wesayîteke leşkerî ve teqiya û di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.
Heta niha tu aliyan êrîş negirtiye ser xwe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku rewşa hin birîndaran xetere ye, lewma dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.