17 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hîlwanê agirê Newrozê geş bû

Li Hîlwanê agirê Newrozê gur û geş bû. Parlamenter Omer Ocalan di pîrozbahiya Newrozê de diyar kir ku Hîlwan di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de xwedî cihekî girîng e û got: “Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezintir bikin.”

Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê ku di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de xwedî cihekî girîng û taybet e, bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Taxa Nû hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên Hîlwanê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tev li bûn. Welatî, bi cil û bergên kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Polîsan hewl dan du jinên dixwestin bi flamaya bi rengên kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyê bibin, binçav bikin. Li ser bertekan, polîs neçar man ku girtekê binivîsin û jinan berdin.

Jinên, tev li pîrozbahiyê bûn demekî dirêj li ber stranan govend gerandin. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşmên “Şehîd namirin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevseroka DEM Partiya Rihayê Sema Aîşeoglû, Hevserokê DBPa Rihayê Mahmut Manas gel silav kirin. Piştre jî Parlamenter Omer Ocalan axivî û destnîşan kir ku Hîlwan ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng û taybet e.

 ‘Rêber Ocalan deriyê jiyanê vekir’

Omer Ocalan bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li Hîlwanê bişkiviye û wiha got: “Niha dema siyaseta demokratîk e. Em ji bo xwedîderketina li peyama birêz Ocalan dê bimeşin. Birêz Ocalan di 27ê sibatê de bangek kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk li cîhanê belav bû. Rêber Ocalan ji bo her kesî deriyê jiyanê vedike. Xwişk-biratiya bi hezaran salan jinûve tê pênasekirin. Em ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin. Divê îktîdar qedrê vê bizane. Em Kurd qedrê vê dizanin. Di pêvajoya nû de em tevek dê rola xwe bilîzin. Em ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergala demokratîk ava bikin. Kurd dikarin vê bikin. Enerjiya Kurdan dikare vê bike. Divê her kes xwedî li îrade û nasnameya xwe derkeve. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye û barê me giran e. Divê em vî barî parve bikin. Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin. Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezin bikin. Îro Newroz e, cejna gelê Kurd e. Gelê kurd êdî xwe bi Newrozê pênase dike. Em ê Newroza xwe bi rengên xwe pîroz bikin. Newroza Xelîl Çavgûn, Salih Kandal û Cuma Tak pîroz be.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan hate pêxistin. Piştre jî hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.