Li başûrê Kurdistanê, bi sûcdariya dosyayeke amade kiriye rojnamegerek hat binçavkirin. Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye, nûçegîhanê qenala KNN’ê Eyûb Elî Wertî li ser biryara dadgehê bi sedema amadekirina dosyayek hatiye binçavkirin.
Endamê Koma CPT a Kurdistana Iraqê Kameran Osman, derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axiviye û van agahiyan daye “Eyûb Elî îro bi biryara dadgehê hate binçavkirin û bi kefalet jî nehat berdan. Li gorî têgotin, li ser dosyayek ragihandinê û bî îdîaya ‘Agahiyên şaş’ tê hebûye, hatiye binçavkirin. Lê heya niha em nizanin ev biryara li gorî qanûna ragihandinêye yan na.”
Parvekirina dawîn
Eyub Elî herî dawî li rupela xwe ya facebook’ê ev parvekirin kiriye: “Ji ber nûçeyeke rojnamegeriyê ya ku min demek berê çêkiribû doz li min hatiye vekirin.Tevî ku ez bi doz û cewherê gilîkirinê re eleqedarim jî wekî ku min çend hefte berê jî behs kir, ez gilîkar nas nakim. Ne girîng e ku ew kî ye, ji ber ku min tu carî binpêkirinek li beramberî kesî nekiriye. Ez ji xwe piştrastim ku min li tu kesî neheqî nekiriye û ez ê nekim jî.”