19 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin

Li navçeya Hewaqê di serdegirtinên malan de 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Polîsan li navçeya Hewagê ya Rihayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 4 ciwan hatin binçavkirin.

Operasyon di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hewagê ve tê birêvebirin de, pêk hat. Hat zanîn ku endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Aslan, Mehmet Çetîntaş, Muslum Çakmak û Kemal Çakmak hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Hewagê.