16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li herêma xweser perwerdeya sala nû dest pê kir

Dibistanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe ji şagirtan û xwendekaran re vekirin û xwendekaran dest bi perwerdeya sala nû kir.

Sala xwendinê ya 2025-2026an li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hejmara xwendekaran îsal 713 hezar û 554 e, ku di 3 hezar û 647 dibistanan de ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve tên perwerdekirin. Mamoste, li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê re derbas bûn. Di dibistanan de ji bo qeydkirina xwendekaran û peydakirina hawîrdoreke perwerdeyê ya gunaw ji xwendekaran re, dewam 7ê Îlonê dest pê kiribû.

Pergala perwerde û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre, metaryalên ku hatine guhertin. Bi 3 zimanên sereke: kurdî, erebî û suryanî ve têne dayîn. Ev metaryal, xweza û taybetmendiya her herêmekê di ber çavan re derbas dike û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike. Ji vê hewldana desteyê diyar dibe ku aliyên perwerdeyê hewl didin pirrengiya çandî û zimanî pêş bixin, perwerdeyeke giştî li gorî hêviyên civakên xwecih, peyda dike.