Li navçeya Hezo ya Batmanê, li gundê Çaxanê xwêya zinaran a xwezayî derdikeve ji binê erdê. Ava şor a ji quntarên çiyê ji bîran derdikeve dibe xwê. Ev xwê ya xwezayî ji gelek xwêyên fabrîkasyon baştir e ji bo tenduristiya mirovan. Em jî li dûv çîroka vê nebata bin erdê ketin, ji bo baştir bê nasîn.
Dema tişt ji xwezayê tên, dibe nebata sereke ji bo mirovahiyê. Ji ber ku xweza her tim xweşî û başiyê bi xwe re tîne. Lewma mirov diçe û tê careke din li xwezayê vedigere. Lewma xweza xwe nû dike û dibe jîngeha mirovahiyê. Vaye di vê gera xwe de em di nav çalên xwêya xwezayî de ne û em ê çîroka xwêya qedîm bi we re parve bikin.
Li hin deveran ev gotin navdare; “Nan bi xwê, xwê jî bi tore…” Çîrok jî li ser hene ku dibêjin padîşahekî nirxdayina xwe bi bikaranîna xwê pîva ye û gelek tiştên din hatine gotin. Pêşiya, qûtsiyeteke cûda dane xwê, ji ber ku ji dema hatiye keşf kirin heta roja îro di sifreya mirovahiyê de cihekî wê yê taybet hebûye. Em dîroka xwê dibin berî zayînê heta 6 hezar salan, lê dibe ku hê jî kevnartir be. Her çiqas kevn an jî nû be jî, xwê ji bo mirovahiyê nebateke pir girîng e. Ev herêma ku ev car em lê mêvan in herêma Xerzan, devera gûndê Milefan û Çaxanê ya girêdayî navçeya Hezo ya Batmanê ye. Ev cihê ku xwêya xwezayî jê derdikeve, di navbera navçeya Hezo û Ziyareta Weysel Qeranî ye.
Bandora xwê li ser sewalan
Çol û beyar, mêrg û zeviyên vê herêmê bi hebûna xwê ya binax navdar in. Jê re tê gotin xwêya zinaran. Hema bêjin axa vê herêmê tevahî bi xwê ye. Lewma tê gotin ku sewalên vê herêmê pir xûrt dibin û goştê van sewalan gelek tamxweş e. Ango xwê bandora xwe li gelek cureyên nebatan jî dike. Ji xwe tê zanîn; herêma Ziyareta Weysel Qeranî ji ber sewalên xwe yê baş gihayî bi xwarinên xwe yê goştî navdar e. Xwarina wê ya qelî û goştê avdon, ji berê de li ser zimanan e.
Ji bilî vê taybetmendiya herêmê mijara me ya esasî xwêya ku ji bin erdê derdikeve ye. Şêwazê derxistina vê xwêyê gelek balkêş e. Ava şor ji bîrên bin erd û ji qûntarên çiyê derdikeve. Ev ava şor di mişaran de, ango di çalan de li ber tavê tê raxistin û xwê ya xwezayî tê bidestxistin.
Xwê ya li binê erdê
Wek çawa dîroka xwê kevnar e, derxistina xwê ya li vê herêmê jî ji dîrokê tê. Baş nayê zanîn lê tê gotin ku bi sedsalan e, li herêmê xwê tê hilbirîn. Ev yek jî ji bo niştecihên herêmê bûye deriyê debarê. Li vê herêmê çavkaniyên xwê yên xwezayî hene. Her wiha di nav demê de bi saya bîrên hatine kolan jî ava şor derdikeve. Ava ku li ber tavê zûha dibe, xwêya spî derdixe holê. Piştî xebateke demdirêj ev xwêya ha ji bo bikaranînê amade dibe. Gelek welatiyên ku di rêya ji Amedê, an jî Hezoyê diçe Bedlîsê an jî Wanê de rêwîtî kiribin em bawerin rastî vê xwêya xwezayî hatine. Torbe li ser torbeyan li devê rê xwê tê firotin. Her wiha em bawerin di vê rêwîtiya xwe de li keviya rê mişarên xwê jî we dîtine û ez bawerim bûye meraq ji bo we; gelo ev xwêya ha bi şêwazeke çawa tê hilbirîn?
Bîrên ava şor, mişarên xwê
Em dizanin ku li gelek deverên Kurdistanê xwê heye û li gor taybetmendiyên wê heremê tê hilbirîn. Weke mînak li navçeya Qulpê ya Îdirê şikeftên xwê hene. Li wir xwêya binê erdê bi kolandinê tê derxistin, ji ber wê şikeftên qirase ku bi qasî bajarekî mezinin ava bûne. Lê belê li navçeya Hezo ku ev devera em bahsê dikin hilbirîna xwê cuda ye. De ka werin em hinekî din bi berfirehî li hurguliyên hilbirîna xwê binêrin.
Li vê herêmê bîrên xwê hene ku kurahiya wan 15 metro zêdetir e. Hinek ji van bîran ava wê ya şor a xwezayî heye, lê hin bîrên hatine vedan zuha ne, ku çavkaniyên xwê ne. Welatiyên ku hilberîna xwê pêk tînin bîrên zuha bi ava şêrîn ya paqij tije dikin. Piştî bîr bi avê tê dagirtin, derdora hefteyekê ji bo tevlihev bibe û şor bibe tê hîştin. Di ber de çelên ku kurahiya wan 4 metro ne hene. Ava ku ji bîrê tê kişandin berdidin çalên 4 metroyî. Li vir hefteyekî bêhna xwe vedide. Armanc ew e ku şoritiya wê zêde bibe.
Ava ku ji çalan tê derxistin ev car rêwîtiya wê ber bi hewzên ku ji bo bêhnvedanê hatine amadekirin e. Ev mişarên ava şor li qadeke rast û vekirî, li ber tava germ têne vedan. Ava şor a di nava van hewzan de demeke dirêj dimîne. Piştî demekê av dûkel dibe, ango hilmûgulm dibe û xwê xwe berdide binî. Êdî di mişaran de tenê xwê maye. Niha divê ev xwê li ber tavê baş zuha bibe. Ji bo vê yekê çend roj lazim e. Tav çiqas tûj be û dinya çiqas germ be ewqas baş e. Xwê wê demê zûtir zuha dibe û ji bo berhevkirinê amade dibe. Niha êdî dema berhevkirina xwê ya di nava mişaran de ye. Xwê li torbeyên mezin têne dagirtin û êdî ji bo bikaranînê hazir e ku here ser sifreyan.
Bikaranîna vê xwêyê
Wek tê zanîn xwêya zinaran gir e. Demên berê, xwê piştî amade dibû ji bo xwarinê ji xwe bi vê halê xwe dihat bikar anîn. An jî kê bixwesta xwê hinekî hur be, bi destaran ji bo xwe dihêrandin. Niha hilberînerên vê xwêya xwezayî ji bo we dihêrin jî. Ango hûn hem dikarin xwêya gir bistînin, hem jî dikarin ya hûr. Ji bo xwarinên ku wê bên pijandin ji xwe hewce nake hur be û xwêya gir tê bikar anîn. Lê ji bo sebzeyan, an jî xwarinên xav divê xwêya hur hebe.
Piraniya welatiyan vê xwêya ha ji bo qelî, avşora penîr, an jî tirşînan bikar tînin. Her wiha masiyên di nava xwê de hişkkirî ku jê re tê gotin “terîx” jî navdar e. Erê rast e, pênîr an jî tirşînên bi vê xwêyê tê avşorkirin gelek bi tahm û bi qalîte ye. Lê dema li malekî ev xwê hebe, hewce nake xwêya hur a li marketan bê emilandin. Mirov dikare bi wasiteya aşikekî qehwê, an destar, an jî hawunê jî xwêya xwe hûr bike û li xwarinan bike. Em bi xwe jî bi deh salan e ji bilî xwêya vê herêmê tu xwêyê bikar naynin. Piştî mirov di nava xwarinan de tama wê girt, mirov nikare xwêyeke din biemilîne.
Girîngiya wê ya aborî
Gelo ev xwê ya xwezayî nirxê ku heq dike bi dest dixe? An, li welêt çiqas kes hayedarin bi hebûna vê xwêya xwezayî? Niştecihên herêmê tişta ji destê wan tê dikin, lê wisa xûya ye qedr û qiymeta vê nebatê baş nayê zanîn. Dîsa jî hebûna xwê li herêma Hezoyê nirxek ji hêla aborî de jî ava kiriye. Welatî dibêjin ku ger ev kar tinebûya wê gelek kes ji van deveran koçber bibûna. Ev der deriyê debarê ye ji bo bi sedan niştecihên herêmê.
Di van salên dawî de ev xwêya xwezayî ji bo dekorasyonê jî tê bikaranîn. Li Êlihê hin atolye avabûne û ji kevirên xwê lembeyan sazdikin. Ev lembeyên dekoratîf li malan an jî kargehan hem dîmenekî xweş derdixin holê, hem jî tê gotin ku ji bo tenduristiyê feydeya wan gelek e. Bi taybet ji bo nexweşên astimê û hin cure nexweşiyan feydeya wê heye. Bi vê awayê jî di hêla aborî de cihek ji xwe re çêkiriye.
Hunê çawa xwe bigihîninê?
Me got herî dawî xwê li torbeyan dikin û ji bo bikaranînê amade dikin. Her wiha me got ji vir êdî wê bê ser sifreya we. Lê belê vê xwê ya xwezayî hunê çawa peyda bikin? Li jor jî me anî ziman, her roj bi hezaran welatî vê rêya ku em bahsê dikin bikar tînin. Wekî tê zanîn ev rê rêya bazirganiyê ya navneteweyî ye. Lewma her dem û çax muşteriyên vê nebatê hene.
Bi taybet li devê rê tê firotin lê hun li bajarên derdorê dikarin ji dikanan jî peyda bikin. Lewra ji ber ku hilbirîna wê bêyî ku kimyasal were bikaranîn pêk tê ji hêla gelek welatiyan ve tê tercîhkirin. Dema berê we kete ser rêya nava Amed û Wanê, piştî hûn ji navçeya Hezoyê derbas bûn, li devera navbera gundê Milefan û Ziyareta Weysel Qeranî, li gundê Çaxanê li devê rê hûn dikarin torbeyên xwêya xwezayî bibînin û hûn ji bo xwe bibin mala xwe.