Piştî birîna daran niha jî şewata daristanan dest pê kir. Li qadên Girê Helizê û Çemê Mazî yên girêdayî herêma Besta ya Şirnexê şewat derket. Hat zanîn ku şewat duh bi şev dest pê kiriye û ji bo vemirandinê heta niha jî tu mudaxele nehatine kirin.
Nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li Bestayê bi hinceta “ewlekariyê” birîna daran didome.