21 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li hember Rêber Abdullah Ocalan û civaka xwe em deyndar in’

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê re daxuyaniyek û gotin; “Em li hember Rêber Abdullah Ocalan û civaka xwe deyndar in û çi ji destê me were em ê bikin.”

Di demên borî de Zanîngeha Kobaniyê li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, panelek li dar xistibû. Di panelê de bi rêya onlinê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî beşdar bûbû. Di panelê de mamoste, xebatkar û xwendekaran ji Omer Ocalan xwestibûn ku silavên tevahî xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê bigihîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bi minasebeta Cejna Qurbanê malbat çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinê de Omer Ocalan ji Abdullah Ocalan re silavên mamoste, xebatkar û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê ragilhandibû. Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek şand. Omer Ocalan nameya Abdullah Ocalan a ku ji mamoste, xebatkar, akademisyen û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê re şandî, wiha ragihandibû: “Birêz Ocalan qîmet û giringîyeke mezin da xebatên zanîngehan li Rojava. Zanîngeh weke bingeh û hêlîna avakirina fikra azadî, wekhevî û demokrasîyê nirxand. Li dijî modernîteya kapîtalîst û dubareyên bîrokratîk û akademîk; mîsyoneke nû û moderin a azadiya ramanê û afrandina fikrî li hebûna zanîngehan bar kir. Li ser têgeh û nêzîkatiya paradîgma û perspektîfa nû, bi hebûna Zanîngeha Kobaniyê bi kelecan û serbilind bû û di xebatan de serkeftin ji zanîngehê û xwendekaran re xwest.”

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê re şandî daxuyaniyek da. Xwendekarê Zanîngeha Kobaniyê Arif Ebdo, bi amadebûna xwendekar û mamosteyên Zanîgeha Kobaniyê daxuyanî li pêş zanîngehê xwend. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan serbilind in. Ji bo nameya ku ji Rêber Ocalan de, ji bo me hatiye, em bi kelecan in. Em soz didin ku xwedî li nameya wî derkevin û li gorî paradîgmaya nû tev bigerin. Em li hember Rêber Abdullah Ocalan û civaka xwe deyndar in û çi ji destê me were em ê bikin. Her wiha em xwedî şans in ku di vê pêvajoyê de, hemwextî felsefeya Rêber Ocalan jîyan dikin û bi wê felsefeyê ber bi azadîyê dimeşin.”