Li navçeya Geverê ya Colermêrgê, di saetên serê sibehê de li gundê Zêvkan operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku leşker bi wesayîtên zirxî û helîkopteran derbasî gund bûne û gund dorpêç kirin. Leşker li herêmên Berê Reş, Berê Şemamê, Çoviran, Çemî, Kûla Bihê û Kaniya Xwînê yên gund ku demên berê de fotokapan û kamerayên mobeseyê lê wan hatibûn bicihkirin bi cih bûne.
Çavkaniyên ji herêmê didin zanîn ku leşker li gelek noqteyên gund bi kuçîkan lêgerîn pêk tînin.