Şaredariya Peyasê, di çarçoveya “Meha Haydariya Penceşêra Pêsîrê” de, li gundan ji bo jinan xebatên agahdarkirinê li dar xist. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Karên Tenduristiyê bi hevkariya Şaxa SESê ya Amedê, li gundê Dankiranê xebateke agahdarkirinê ya li ser penceşêra pêsîrê ji bo jinan hat kirin.
Di vê xebatê de, agahiyên berfireh derbarê penceşêra pêsîrê û girîngiya teşhîsa zû ji jinên gund re hatin dayîn. Herwiha yekîneyên tenduristiyê yên şaredariyê, pîvandina tansiyon û şekirê xwînê ya jinên gund kirin û der barê encaman de wan agahdar kirin.