19 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li gund û bajaran Agirê Newrozê geş dibe

Li Taxa Fîs Kaya û gundê Kaniya Kamiş ên Amedê û taxa Kazim Karabekîr a Agiriyê agirê Newrozê şev ronî kir.

Pîrozbahiya Newrozê li gelek navendan bi coş didome. Îşev jî agirê Newrozê gelek tax û gund ronî kirin. Bi sedan welatî li tax û gundan li dora agir kom bûn û bi ruhê salên 1990î Newroz bi coş pîroz kirin

Fîs Kaya

Pîrozbahiyên Newroza bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” li taxan û gundan berdewam dike. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li semta Fîskaya ya Amedê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Gelek endamên Meclisa Ciwanan û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Agirê Newrozê hat pêxistin û ciwanan li derdora agir govend gerand. Ciwanan bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin. Her wiha ciwanan fişekên hewayî teqandin û fişekan esmanên Fîskyayê ronî kirin.Pîrozbahî li ber gerandina govendê bi dawî bû.

Gundê Kaniya Kamiş

TJAyê li gundê Kaniya Kamiş ê girêdayî Amedê bi meşeke meşaleyî Newrozê pîroz kir.

Li gund, tax û navçeyên Amedê pîrozbahiya Newrozê bê navber didome. Her roj û şev li gelek kuçeyan Amedê agirê Newrozê geş dibe. Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Kaniya Kamîş  ê Amedê meşeke meşaleyî li dar xist û Newrozê pîroz kir. Hevserokên DEM Partiyê ya Amedê, aktîvîstên TJAyê û şêniyên gund tev li pîrozbahiyê bûn. Jinan dirûşmeyên  “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”  û “Jin Jiyan Azadî Azadî  Ji Bo Rêbertî” berz kirin. Jinan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd û pankarta “Ji bo rizgariyê azadî” vekirin. Li vir Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gûlşen Ozer anî ziman ku wan -silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re anîye û wia got: “Îro me agire Newrozê bi rihê Rûken Demir geş kir. Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê. 50 sal in Kurd têdikoşe. Yên ku di vê rê de canê xwe dane em va bi birtînin. Êdî bes e keç û xortên me can didin. Bila xwîn li Kurdistanê bisekine. Me îro ji were silavên Birêz Abdullah Ocalan aniye. Newroza wa pîroz be.”

Piştî axaftinê jinan govend gerandin û li dora Agir Newroz pîroz kirin.

Agirî

Bi sedan welatî li taxa Kazim Karabekîr a Agiriyê kom bûn û yekemîn agirê Newrozê li Agiriyê pêxistin. Welatiyan li dora ggirê Newrozê govend gerand û banga tevlêbûna Newroza 18ê Adarê kirin.

Bi sedan welatî li taxa Kazim Karabekîr a Agiriyê li hev kom bûn, teker li ser hev kom kirin û bi coşeke mezin agirê Newrozê pêxistin.  Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, Hevşaredarên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Karakuş jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn bang li hemû gelê Agiriyê kirin ku di 18ê Adarê de beşdarî Newroza li Qada Saman Bazari bibin.