Lîstika şanoyê ya bi kurdî ‘Qral û Travîs’ dê di 17ê çileyê de li Agiriyê bihata lîstin lê bi biryara qeymeqamtiyê hat astengkirin. Dihat xwestin ku lîstik li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Panosê were lîstin lê qeymeqamtiyê bêyî hincetekê nîşan bide, lîstik asteng kir.
Parlamenterê DEM Partiyê ya Agiriyê Heval Bozdag têkildarî mijarê di 23yê çileya 2023yan de pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê û xwestibû Wezareta Karên Hundir were bersivandin. Di pêşnûmeyê de pirsa ‘Lîstik bi kurdî bû lewma hatiye qedexekirin’ hat pirsîn.
Bi domdarî hat gotin ku lîstika behsa xeberê li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatiye lîstin û rastî tu astengiyan nehatiye. Di pêşnûmeyê de sedema astengkirinê hat pirsîn û hat gotin ku biryara qedexeyê bi devkî hatiye ragihandin.
Piştî 11 mehan, bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bersiva pêşnûmeyê hat dayin. Di bersivê de bal kişand ser ‘Qanûna civîn û xwepêşandanan’ û ‘Qanûna îdareya Taybet a Bajar’ û hat îdiakirin ku qeymeqamtiyê ‘ji bo pêşîlêgirtina sûc’ û ‘parastina ewlehiya cemaweriyê’ lîstik qedexe kiriye.