Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî rojnamegerên girtî Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan, Zeynel Abîdîn Bulut, Abdurrahman Oncu û rojnamegerên bi awayekî serbest tên darizandin Esmer Tunç, Kadîr Bayram û Mehmet Yalçin de îdianame amade kir. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê û ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û 11’ê tîrmehê weke roja danişîna ewil hate destnîşankirin.
Dozgeriyê, dosyayên der heqê Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş û rojnameger Gulşen Koçakê de bi biryara 21’ê adarê re tefrîk kir. Her wiha Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulan jî di vê îdianameyê de cih negirtin.
Tewanbariya bernameyê
Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Azad Altay, di beşa îdianameyê ya têkildarî Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan de îdiayên balkêş hene. Polîs, di bin navê “lêgerînê” de 32 rojan li avahiya Produksiyona Arîyê mabûn û Tîmên Şaxa Midûriyeta sûcên sîberê ketibûn serverên înformatîk ên dûr û daneyên dijîtal ji serverên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê daxistibûn. Di beşa tawanbariyên li Altan tên kirin de ev dokumantar jî hatin bicihkirin. Di îdianameyê de weke ku ev dokumantar aydê Altan û hempîşeyên wî bin hatine nîşandan. Her wiha sûcdariya herî mezin a li Altan hatiye kirin jî bernameya “Nêrîn” e ku her hefte dihate pêşkeşkirin.
Her wiha dokumantarên pirsên Altan di bernameyê de têkildarî Newroz, êrîşên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê, tecrîda Îmraliyê, geşedanên di siyasetê de, êrîşên nîjadperest û bûyerên civakî ji mêvanên xwe dike û nirxandinên wî jî hatine bicihkirin. Li gel vê, her wiha dokumantarên hevpeyvînên Altan ên têkildarî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi Stêrk TV û Medya Haberê re kirin jî di îdianameyê de weke sûc hatine nîşandan.
Hûrgiliyên Kurdistanê
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Altan ji TV’yên behsa xeberê ferman girtiye û li van TV’yan “propagandaya rêxistinê” kiriye. Bi taybet jî di îdianameyê de dozger li ser bernameyên di sala 2021’an de sekinî ye û gotina Altan a têkildarî Newrozê ku digot; “Gelê Amedê, gelên cîhanê, gelê Kurdistanê ji saetên serê sibehê ve dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir” bi vî awayî hatiye nirxandin: “Herêma ku di nava sînorên Mîsak-i Mîllî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê de dimînin, weke Kurdistan pênase kiriye.”
Ji bo axaftina Altan ku dibêje; “Bi rastî jî ji çar aliyên Kurdistanê… Di Newroza îro de ji gelek dewletan mêvanên me hebûn” jî ev îdia hatiye kirin: “Li gorî stratejiya konfederal a PKK’ê tevgeriyaye.”
Bîranîna Mûsa Anter di doyayê de ye
Her wiha daxuyaniyên ku Altan weke hevserok tevli bûy û hevpeyvînên wî weke sûc hatine hesibandin. Axaftina Altan a di 20’ê îlona 2020’an di 28’emîn salvegera wefata zanayê kurd Mûsa Anter de kiriye jî weke “daxuyaniya çapemeniyê ya rêxistinî” hatiye nirxandin.
Pîrozbahiya roja rojnamegerên kurd
Di 20’ê hezîrana 2021’an de li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nûçeyeke bi ser navê “Zêdetirî 320 rojnamegeran li dijî dagirkeriyê banga yekitiya kurdan kir” hatibû weşandin û yek ji kesên daxuanî îmze kirî jî Altan bû ku ev yek weke sûc hatiye hesibandin. Her wiha daxuyaniya Altan a di 24’ê sibata 2022’yan di salvegera qetilkirina rojnameger Cengîz Altun de kiribû; axaftina Altan a di pîrozbahiya Roja Rojnamegerên Kurd a di 22’yê Nîsana 2022’yan de û hevpeyvîna Altan a di nûçeya bi ser navê “Rojnamegerên kurd: Divê PDK tavilê dev ji vê helwesta xwe berde” de ku di 14’ê nîsana 2022’yan de hatiye weşandin jî weke sûc hatin hesibandin.
Hevdîtinên wî wekî sûc hatin dîtin
Daxuyaniyên Altan ên beriya danişînên 4 rojnamegerên ji ber nûçeya têkildarî Osman Şîban û Servet Turgut ku li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin hatibûn girtin û piştre beraet kiribûn jî weke sûc hatin nîşandan.
Di berdewamiya îdianameyê de hevpeyvîna Altan a di Newroza 21’ê adara 2022’yan de bi radyoyekê re kirî jî hate bicihkirin. Hat îdiakirin ku dema Altan çavdêriyên xwe yên Newrozê vedigot, “pesnê” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye.
Her wiha çendek dokumanên di dema lêgerîna mala Altan de hatin desteserkirin jî li îdianameyê hatin zêdekirin. Nîşeyên dijîtal ên têkildarî naveroka bernameyê weke sûc hatin hesibandin.
Di beşa nirxandina Altan a îdianameyê de ev îdia hatiye kirin: “Xwedî bîrdoziya rêxistinê ye, di çarçoveya heman bîrdoziyê de wisa bawer dike ku divê li ser beşeke xaka Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê Kurdistan were avakirin û hewl dide çalakiyên rêxistinê rewa nîşan bide.”
Şahidê nepen: bernameyan çêdike!
Di dosyayê de dozger cih da îfadeyên şahidê nepen “CV23TY45UP78”. Şahidê nepen di îfadeyên xwe de dibêje rojnamegeran bername çêkirine û ev yek weke bingeha sûc hatiye nîşdandan. Heman şahidê nepen ji bo Altan gotiye “bername çêdikir” û ev îfade jî di îdianameyê de cih girtiye.
Di beşa “Nirxandina delîlan” a îdianameyê de ji bo Altan jî heman tawanbarî hatine kirin. Di vê beşê de agahiyên têkildarî şîrketan hene, hat gotin ku Altan bernameya “Nêrîn” çê dike, di dokumaneke bi sernavê “Komîsyona Siyasî” de têkildarî bernameyê agahî hene û ev îdia hate kirin: “Propagandaya rêxistinê kiriye, tevî hiyerarşiya rêxistinê bûye, bi zanebûn û dilxwazî li gorî armancên rêxistinê tevgeriyaye.”