12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgehê nivîsên kurdî desteser dikin

Girtiyên Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê bi nameyekê bal kişandin ser zextên li ser girtiyan û anîn ziman ku rayedarên girtîgehê girtiyên nexweş 6-7 meh şûnde sewqî nexweşxaneyê dikin. Girtiyan dan zanîn ku di serdegirtina menzelan de nivîsên kurdî desteser dikin.

Zext û tundiya li girtîgehan didome. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê ya Girtîgehê bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê li girtiyan dibire û gelek mafên girtiyan bi sînor dike. Li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê jî gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Girtiyên siyasî bi rêya malbatê name şandin û bal kişandin ser tundiya li dijî girtiyan. Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku pergala ku tu rexneyan qebûl nake, ji ber nexne û muxalifbûnê girtiyan ceza dikin.

Girtiyan bal kişandin ser rol û rista çapemeniya azad û bibîr xistin ku watedayîn gelek girîng e û wiha gotin: “Watadayîn azadî ye. Azadî jî watedayîn e. Tiştî ku em fam bikin, em nabin biyaniyê wê. Çapemeniya azad dibe dengê vê watedayînê û vedibêje. Bi qasî vedibêje jî civaka ku ji xwe tê dûrxistin dîsa li xwe vedigerîne. Em bawer dikin ku çapemenî dê bibe dengê girtiyan.”

Girtiyê ku nexwes navê xwe bide û li ser navê girtiyan name şand û destnîşan kir ku nêzi 8 meh in girtî ye û wiha got: “Di vê pêvajoyê de tiştê ku min dît û min jiya, ez dixwazim bi were parve bikim. Li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê ku lê girtî me, ji roja ewil heta niha pergala tecrîdê hatiye avakirin. Li girtîgehê mafên mirovan tên xwarin û binpêkirin. Rêveberî bi awayekî keyfî tev digere. Ji ber lêpirsînên keyfî girtiyan davêjin hucreyên yek kesî. Girtiyên nexweş an nayên dermankirin. An jî 6-7 meh şûnde sewqî nexweşxaneyan dikin. Dîsa girtiyên ku cezayê wan qediya bin jî li dijî hiqûqê cezayê wan dirêj dikin û nayên berdan. Înfazên wan tên şewitandin. Tehamuliya girtîgehê ya li dijî kurtî tune ye. Girtiyên ku nû tên girtin zorê li wan dikin ku biçin girtîgehên bêalî.

Li dijî rûmeta mirovan tev digerin. Bêguman li dijî vê bêhiquqîyê têkoşîna me jî didome. Em ê heta dawî têbikoşin.

6-7 meh şûnde girtiyan dibin nexweşxaneyê

Li godeya me girtiyên nexweşên kronik hene. Hevalên me yên nexweş nabin nexweşxaneyê. An jî 6-7 meh şûnde randevî didin wan. Dema doktor îlacan dinivîse jî ji xeynî wan îlacan îlacên din didin girtiyan. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê di lêgerîna tazî re derbas dikin. Hevalên me yên lêgerîna tazî qebûl nakin jî wan nabin nexweşxaneyê. Dîsa li camên hewşê bandên reş zeliqandin. Bi vê yekê dixwazin bi temamî me û hevalên me ji hev qut bikin û îzole blikin. Dixwazin bi her awayî me tenê bihêlin. Ev tecrîd bi xwe ye.”

3 meh cezayê hevdîtinê birîn

Girtî anî ziman ku di hevdîtina herî dawî de 3 meh cezayê hevdîtinê li bavê wî birîn û wiha got: “Sedema wê jî ji ber ku silav da hevalê min. Her çend me got ev neheq e û ne li gorî hiqûqê ye jî gotin li gorî hiqûqê ye.”

Nivîsên kurdî desteser dikin û cezayê hucreyê dibirin

Girtî bibîr xist ku ji 15 rojan 1-2 caran bi ser menzelên wan de digirin û gelek alav û amûrên wan desteser dikin. Girtî da zanin ku di lêgerînê de defterên wan desteser dikin û wiha got: “Piştî defterên me desteser dikin, cezayê hucreyê li me dibirin û hevdîtinên me qedexe dikin. Herî dawî deftera me ya kurdî desteser kirin û gotin ‘Em wî zimanê we nizanin’ û xwestin qaosê ava bikin. Dîsa deftera ku stranên kurdî lê hatibû nivîsandin desteser kirin. Gotin ‘Yekîtî û tevahiya dewletê xwera dike’.

Mafê 40 saetan nadin girtiyan

Girtî bal kişand ser binpêkirina mafên civakî û wiha berdewam kir: “Mafê me yê spor, sohbet û gelek çalakiyên çandî hene. Hefteyê 40 saet mafê me yê çalakiyên civakî hene. Lê hefteyê tenê 7 saetan em dikarin sûdê ji mafê xwe bigirin.Mafê me yê hevdîtinê ku  1.5-2  saet in, em tenê dikarin kêmî saetekê hevdîtinê bi malbatan re bikin.

Rêveberiya girtîgehê wekî dozger û dadger tev digerin

Êdî Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê wekî dozger û dadger tev digerin. Girtîgeh bûye saziya TEKEL û bazirganiyê. Herî dawî televizyona me xerabû. Lê li gel ku belgeya wê ya garantiye hebû jî dîsa, gotin ‘Em ê bi 3 hezaran tamîr bikin’. Pîrozahiya pergala kapitalist kar e. Li ser esasê karê tev digerin.

Perwerdehiya leşkeri didin personelan

Her roj perwerdehiya karete didin personelan. Li gorîdor û dervê girtîgehê direvin û perwerdehiya leşkeri didin personelan. Em dizanin ku ev dê sibê wekî tundiyê vegere ser me. Divê raya giştî jî di ferqa vê yekê de be.

Ev binpêkirinên ku li jor min qal kirin tenê çend pêkanînên rojane tên jiyîn. Em ê her tim li dijî van tundî û polîtîkayan têbikoşin.”