Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, di 14ê Tîrmehê di hevdîtina bi parêzerên xwe re ragihand ku ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin. Salih ê ku ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê ye diyar kir ku di dema lêgerînê de rastî tundiyê hatiye û got: “Bi ço ve li lingên min dan û milê min badan. Min bi saetan tenê xistin qawişekê.”
Salih, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan didomin û lêgerînên li qawişan zêde bûne. Salih da zanîn ku gardiyan bi şev digrin ser qawişan û kelûpelên wan belav dikin. Her wiha Salih, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan bi îdareya girtîgehê re jî tê redkirin.
Li aliyê din girtiyê bi navê Mehmet Mîraç Dînç ê ku bi Salih re di heman girtîgehê tê ragirtin, di axaftina bi têlefonê ya bi malbata xwe re tundî piştrast kir. Dînç, daxwaza bidawîkirina binpêkirinan kir.
Hat ezanîn ku dê parêzer li dijî tundiyê serêlêdana sûc bikin.