Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, îşkence li girtiyan tê kirin û mafên wan ên hevdîtinê, tenduristiyê, pirtûk, nameyan tên binpêkirin. Her wiha jimartina leşkerî ya li ser piya li girtiyan tê ferzkirin. Li girtîgehê 5 girtî li dijî vê rewşê di 22’ê kanûnê de bi daxwaza serastkirina şertên xwe ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Girtiyan agahiya grevê bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin.
Girtiyên ketine grevê navê wan wiha ne:
Mahîr Kapan
Celîl Dagtekîn
Nevzat Akbûlak
Omer Ozkan
Ozgur Taş
Malbatan, diyar kir ku êrîşên psîkolojîk li girtiyan têne kirin û her wiha şekir, xwê, mast û lîmon ku pêwîstiyên bingehîn in ji bo girtiyan kêm tên dayîn.