Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirtin, binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin bi rêya malbatên xwe ji raya giştî re parve kirin. Girtiyan diyar kirin ku bi guherîna midûrê girtîgehê ya beriya mehekê rêgez hatin guhertin û mafên wan ji destên wan hatiye wergirtin. Girtiyan, dan zanîn ku mafê wan ê ku axaftina bi telefonê ya bi nimreyan daxistine yekê, cil û malzemeyên kirtasiyeyê ji wan hatine wergirtin û wiha gotin: “Hejmartina li ser piyan li me tê ferzkirin. Hefteyê carekê an jî du caran bi ser qawişên me de digirin û heqaretê li me dikin.
Nameyên me li ber çavên me tên çirandin û bi gotina ‘propagandaya rêxistinê’ der barê me de lêpirsîn tên destpêkirin û doz tên vekirin. Ji me re dibêjin ‘hûn ê bibêjin PKK terorîst e’. Bi gotina ‘Kes ji we ji vir nayê berdan. Hûn ê PKK’ê weke dewlet dibîne bibînin û poşman bibin’ mafên me ji destên me tên wergirtin. Her serê sibê di bin navê lêgerînê de dolabên me tên belavkirin, cilên me diavêjin erdê û heqaretan li me dikin. Hevalê me Şakîr ê 32 sal in girtî ye ji ber ferzkirina poşmantiyê qebûl nake nayê berdan. Têkildarî tiştên diqewimin em banga hestiyariyê li hemû raya giştî dikin.”