Binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci, di 17ê cotmehê de çû serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê. Yazmaci, da zanîn ku di navbera mehên tîrmeh-cotmehê de li vê girtîgehê tehliyeya 8 girtiyan hatiye astengkirin.
Bi domdarî Omer Faruk Yazmaci destnîşan kir ku dema tehliyeyên piraniya girtiyan bi biryarên keyfî yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatine astengkirin û got: “Ev girtîgeh tu girtiyan tehliye nake. Poşmantiyê ferz dikin. Di hinceta astengkirina tehliyeya hemû girtiyan de dibêjin poşman nîne.”
Omer Faruk Yazmaci, da zanîn ku bi hestên tolhildanê nêzî girtiyên PKKî dibin û got: “Di rewşa heyî de ev lijneye keyfî tevdigerin, biryarên tehliyeyê jî weke lûtfekê dibînin. Ev lijneye xwe bi ser dadgehan re dibînin. Gelek girtiyan ev lijneye qet nedîtine lê der heqê wan de îfadeya mulaqat hatiye kirin derbas dikin. Girtiyan dibin cem psîkologên girtîgehê, îtîrafkarî û poşmantiyê lê ferz dikin. Biryarên dermantiqî didin û hincetê deraqil nîşan didin. Bi hesta tolhildanê nêzî girtiyên PKKî dibin.”
Omer Faruk Yazmaci, têkildarî sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê wiha got: “Di girtîgehên li Herêma Anatoliyaya Navîn de ev lijneye pirsên weke Abdullah Ocalan kî ye, tu poşmanî yan na, dijminên Tirkiyeyê bijmêre û hwd. dipirsin. Li gorî bersiva van pirsan jî tehliyeyên wan tên astengkirin. Bi hincetên weke jiyaneke xwendekariyê ya çalak tuneye tehliyeyan taloq dikin. Herwiha hincetên weke di hevdîtina bi malbata xwe re de nîqaş kiriye û nikare daxilî civakê bibe tehliye tên astengkirin.”
Navên 8 girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tên ragirtin û tehliyeyên wan hatine astengkirin ev in:
* Huseyîn Bîlecan: Cara 4emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin
* Ebubekir Yulu: Cara 4emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin
* Ahmet Nas: Cara 4emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin
* Haci Gecîken: Cara 3yemîn e ji bo 10 mehan hat taloqkirin
* Cemîl Îvrendî: Cara 3yemîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin
* Recep Ergulu: Cara yekemîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin
* Mûstafa Şîhî: Cara 1emîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin
* Mîkaîl Sakli: Cara yekemîn e ji bo 6 mehan hat taloqkirin.
