Komploya navnetewî ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin di 9’ê cotmeha 1998’an de hat destpêkirin 24 sal li pey xwe hişt. Komploya li dijî Abdullah Ocalan duh li çar aliyên cîhanê hat şermezar kirin.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo ku Komploya 9’ê Cotmehê şermezar bikin daketin qadan. Ji Şehba heta Efrînê, ji Qamişlo heta Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til koçerê gel komploya ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye kirin bi meşên ku li dar xistine şermezar kirin.
Çalakiyên gel ên Ewropayê
Li gelek welatên Ewropayê yên weke Swêd, Brîtanya, Fransa û Fînlandiyayê jî li dijî komploya li Abdullah Ocalan hatiye kirin bertek nîşandan. Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn bi posterên Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa “Azadiya Rêber Apo azadiya min e” meşeke girseyî li dar xistin . Di meşê de her wiha ji bo PKK ji “lîsteya rêxistinên terorê” ya Yekitiya Ewropayê (YE) bê derxistin îmze hatin komkirin. Bi banga Meclisa Gelê Kurd a Londonê li Dalstonê xwepêşandaneke girseyî û meş hat lidarxistin. Çalakiya protesteyê ya li ber avahiya Mala Gel ya Dalstonê dest pê kir, gelek caran dirûşmên ji bo Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Li bajarên Bordeaûx û Toûloûse yên Fransayê û li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî çalakiyên şermezarkirina komployê pêk hatin.
Gelê kurd û dostên kurdan ser piyan bûn
Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî gelê kurd û dostên kurdan ji bo şermezarkirina komploya li Abdullah Ocalan hatiye kirin li qadan bûn. Li Amed, Wan, Bazîd, Cizîr, Riha, Gever, Stenbol û Îzmîr jî di nav de bi hezaran kes duh li ser piyan bûn. Meş û daxuyaniyên ku tevî êrîşa polîsan û gefa girtinê jî hatin kirin, komplo hat şermezarkirin. Di xwepêşandan û çalakiyan de dirûşmeya sereke “Bijî Serok Apo” bû, daxwaza sereke jî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bû.
Li Amedê gel daketin qadan
Li Amedê bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Amedê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî Çand a bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hewldana 78’an a Amedê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş hat lidarxistin. Girse, li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat cem hev û ber bi Cehdeya Emek a Rezanê ve meşiyan.
10 kes hatin binçavkirin
Girseya ku hevseroka giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag, parlamenterên HDP’ê Erdal Aydemîr û Îmam Taşçier û cîgira hevseroka giştî ya HDP’ê Ozlem Gunduz jî di nav de bû, di bin dorpêça polîsan de komplo bi tililî û çepikan şermezar kir. Girse li Cehdeya Emekê ji hêla polîsan ve hat dorpeçkirin. Li ser astengkirinên polîsan, ciwanan li ser Cehdeya Sakaryayê dest bi meşê kirin. Di dema meşê de ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Di encama êrîşa polîsan de hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyat Ceylan û Gulistan Atasoy û hevserokê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altûn jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê hezaran kes meşiyan
Li Stenbol û navçeyên wê bi pêşengiya HDK, TJA, HDP, DBP, ANYAKAY-DER, MATUHAY-DER, DAD, OHD, NÇM û Enstîtûya Kurdî meş hat lidarxistin û bi hezaran welatî tev li meşê bûn. Di salvegera 24’emîn a destpêkirina komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gel bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” çalakî li dar xistin.
Li Beyoglû û Kadikoyê gel daketin qadan
Baskek meşê li Cahdeya Îstîklalê ya navçeya Beyoglûyê pêk hat û bi sedan kes tev li meşê bûn. Welatiyan dirûşma “Ji Komployê re na” û “Bimire Komploya 9’ê Cotmehê” berz kirin û bertek nîşanî komployê dan. Komek nîjadpereset li dijî girseyê hewl da provokasyonê derbixîne. Polîsan mudaxaleyî koma nîjadperest nekir. Parlamenterên HDP’ê ser vê rewşê bertek nîşanî polîsan dan. Di çalakiyên Stenbolê de baskek meşê jî li navçeya Kadikoyê bû. Girse li ber avahiya HDP’ê ya Kadikoyê hatin cem hev û xwest bimeşe. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Pîroglû û Zeynel Ozen, hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî di nav de girse dest bi meşê kir. Polîsan ew dorpêç kirin. Polîsan êrîşî girseyê kir. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn û hevserokê HDP’ê yê Kadikoyê Koray Turkay, hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî, parêzerên endamên OHD’ê Emrah Baran Korkmaz û Bulent Aşa û Elvan Polat bi lêdanê hatin binçavkirin. Di êrîşên polîsan de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
Tevî hemû êrîşan gel meşiya
Li Qoser a Mêrdînê bi pêşengtiya bi tevlîbûna girseyek xurt meşek hat lidarxistin. Ji bo meşê, girse li Parka Ozmenê hat cem hev. Beriya meşê, gelek deverên bajêr bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin. Polîsan êrîşî girseya li parkê kir lê tevî êrîşê jî girse belav nebû, dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û dest bi meşê kirin. Bi destpêkirina meşê re polîsan li kolanan barîkat danîn. Piştre jî di navbera berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û komeke polîsan de nîqaş derket. Di vê navberê de komekê li kolaneke din dest bi meşê kir.
Gelê Bazîdê li dijî komployê daketin qadan
Bi heman boneyê, li Bazîdê jî bi pêşengtiya partiyên siyasî û saziyên sivîl meş hat lidarxistin. Girseya ku li ser Cehdeya Îsmaîl Beşîkçî kom bûyî, li vir daxuyanî da û piştre jî ber bi avahiya Rêxistina HDP’a Bazîde ve dest bi meşê kir. Di dema meşê de girseyê pankarta “Em li dijî komplo, tecrîd, pergala îşkenceyê ya li zindanan û terkkirina girtiyan a bo mirinê ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP’ê ya Mûşa Şevîn Coşkun û gelek welatî tev li meşê bûn.
Gelê Cizîrê komplo şermezar kirin
Li Cizîr a Şirnexê jî bi pêşengtiya DBP, HDP, TJA, MEBYA-DER, (MED TUHAD-FED) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê meş hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û gelek kes beşdarî meşe bûn.Bêriya meşê gelek kolan û cehdeyên Cizîrê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Çalakvan, li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bûn û xwestin heya Cehdeya Dortyolê bimeşin. Lê polîsan êrîşî girseyê kirin. Tevî hemû astengî û êrîşan jî girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Kes nikare roja me tarî bike” û “Bijî Serok Apo”meşiyan.
Lingê parlementerê HDP’ê şikest
Li Gever a Colemêrgê gel ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan. Polîsan êrîşî gel kir û rojnameger jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Di dema êrîşa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk şikest. Li ser vê yekê parlamenter Eksîk rakirin nexweşxaneyê.
Wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Wanê jî di gel bi dirûşmeya “Em ber bi Azadiyê ve dimeşin” meş hat lidarxistin. Polîsan li vir girseya dorpêç kir, lê gel ji 3 noxteyên cuda hatin cem hev. Di baskekî meşê de cîgirê hevserokê HDP’ê Tayîp Temel û parlamenter Sezaî Temellî û di baskên din de jî parlamenter Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan cih girtin. Hemû kolanên ku meş lê hatine lidarxistin ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Polîsan avahiya HDP’ê ya Wanê dorpêç kir, nehişt gel ji avahiyê derkevin. Parlamenterên HDP’ê yên dorpêç şikandin, pişt re hatin qada ku koma din lê bû. Tevî astengkirinan jî baskê meşê yê Kolana Hunerê gihişt Cahdeya Cûmhûriyetê. Parlamenterên HDP’ê û gel ên li vir hatin dorpêçkirin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan êrîşî çalakiya ku dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” û “Bimre komplo” lê hatin berzkirin kir û herî kêm 40 kes binçavkirin.
Li Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Riha û gelek bajarên din gelê kurd û dostên kurdan ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê meş li dar xistin û daxuyanî dan.