29 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li gelek bajaran civînên gel hatin lidarxistin

Li Şirnex, Amed, Dîlok, Meletî û Rihayê di çerçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de işaret bi girîngiya pêvajoya aştiyê û yekîtiya neteweyî hate kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çerçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Şirnex, Amed, Dîlok, Meletî û Rihayê civînên gel hatin lidarxistin. Bi sedan welatiyên ku beşdarî civînê bûn li ser pêvajoya heyî axivîn.

Li taxa Zapê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê civîna gel hat lidarxistin. Civîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmên û merasîma şewitandina çekan a komeke gerîlayên Aştî û Civaka Demokratîk hat temaşekirin. Piştî temaşekirina dîmenan li ser pêvajoyê nirxandin hatin kirin. Welatiyên tevlî civînê bibûn jî destnîşan kirin ku aştî bi yek alî nabe û divê dewlet jî destê xwe dirêjî aştiyê bike û gavan biavejê.

Li mezraya Qireş a giredayî gundê Behmor û taxa Dicleyê yên navçeya Cizîrê jî civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidîmen û merasîma şewitandina çekan hatin temaşekirin. Piştrê jî nivîs hat xwendin û li ser pêvajoyê nirxandin hatin kirin. Bi her du civînan re li Cizîrê bi giştî 30 civîn pêk hatin û civînên li Cizîrê bi dawî bûn.

Ew ji Ocalan bawer dikin

Li navçeya Erxenî ya Amedê il qada Meyadunê civîna civaka demokratîk hate lidarxistin. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken, rêveberên DEM Partî û DBPê yên navçeyê jî di nav de bi sedan kes tevlî civînê bûn. Di civînê de qala Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Beşdaran diyar kirin ku ew ji Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin û xwestin, dewlet gava şênber diavêje.

DBPê li navçaya Şehîdkamîl a Dîlokê li taxa Kocatepeyê şahiyek lidar xist. Endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Mûazzez Orhan Işik destpêkê axivî. Piştre endamê Meclîsa Partiyê ya DBPê Ûgûr Bayrak got, “Rojava ji bo me xeta sor e. Keda 20 salan a Birêz Ocalan lê heye. Li maseya ku Birêz Ocalan lê ye em ti carî winda nekin.”

Li taxa Guzelvadî ya Şahînbey a Dîlokê jî civîna jinan hate lidarxistin. Di civînê de qala paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo hate kirin.

Li navçeya Meletya Kewn a Meletiyê li taxên Serîntepe û Mamûrekê, li navçeya Erxevanê li taxa Nermikan civînên gel hatin lidarxistin. Di civînê de bang bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Li navçeya Hewag a Rihayê li taxên Kişika, Pirsûs Yildirim, Dîkîlî û Şewra, Eyyubie Yolbîlır, Wêranşar Buyuk Mûtlû, Kuçuk Mûtlû û Aritir, Sêwereg Badrîkê civînên gel hatin lidarxistin.